Cîgerê serokê Hevbendia Niştmanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, kongirekî rojnemvanî derbarê rewşa Idlibê ya metirsîdar lidar xist, têde tekezî li ser girîngiya rawestandina êrîş û dijmintiya rêjîma Esed û Rûsiya li ser sivîlan kir, û got ku dive dostên Sûriyê birastî dostaniya xwe biçespînin, bi rawestandina êrîş û dijminkariya li ser Idilbê
Û Yihya di kongrirê rojnemevanî de got: Divê mîkanîzmin cidî derbarê bûeyrên li ser zemînê rûdidin bên danîn, ji bo rizgarkirina sivîlên Sûriyê û parastina rêzgirtina civaka navdewletî, û daxwaza rawestandina dijminatiya ku niha pêk tê bi rengekî yekser kir, herweha veguheztina birîndaran bo cihên dermankirinê, û daxwaza zêdekirina alîkariyên mirovahî û berfirehkirina wan kir, ta karibe hewcedariyên sreke û girîng di warê wargeh û xwendin û xwarin û tendirustî û xizmeguzarîya derbider û nişteciyên wan deveran dabîn bike.
Û tekezî li ser girîngiya ku dewletên endam di encûmana ewlekariyê de pirojeyan pêşkêş bikin, jiber ku Rûsiya aliyeke di nakokiyan de, û ne ji mafê wê ye dengê xwe derbarê wan pirojeyan bide, ligorî biryarên beşê Şeşemîn ji paragrafa sêyem ji bendê heftan ji madeya 52, û bikarbanîna bendê sîyem ji madeya 27 di naveroka peymana Neteweyên Yekgirtî de, ya ku nahêle dewletên beşdar di nakokiyan de mafê dengdanê bikar bînin.
Û cext li ser veguhestina doseya Sûriyê bo Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî kir, jibo tedbîran derheqê rêjîmê bistîne, gava rijîm û sponserên xwe pabendiyê bi biryarên navdewletî nekin.
Û got ku pêwîst e derbaskirina alîkariyên mirovahî di sînor re berdewam be, di riya demdirêjkirina herdû biryarên Encûmena Ewlehiyê 2165 ya sla 2014 û 2449 ya sala 2018, yan di riya mîkanîzmek berdêl re armancan pêkbînê, û VETOya Rûsî li paş xwe bihêle, ji ber ku ew hercar di civîna giştî ya Encûmana Ewlekariyê de bo pûçkirina biryaraên wek çekekî cengê dijî gelê Sûriyê bikar tîne.
Û Yehya anî ziman ku civîna dersteya siyasî ya hevbendiya niştmanî hergav lidar e, û gelek pêwendiyan bi hemû aliyan re bo raewstandina yekser ji operasyonên leşkerî re dike, û zelal kir ku Hevbendiyê name ji hemû aliyên xwedîbandor û rêxistinên navdewletî re şandine, têde girîngiya rawestandina yekser ji dijminkarî û tewanên dijî Idlibê û gundewarê wê diyar kiriye.
Û amaje kir ku rijêm û Rûsya dagîrker û Îran tevaya çareseriyên navdewletî red dikin, û di çareseriya tewankarî û terorî de berdewam in, û guh nadin biryarên Netewên Yekbûyê û tevaya piransîbên yasaya navdewletî bênirx dikin, û her dem civaka navdewletî riswa dikin.
Jêder : Ofêsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî