Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, şermezariyên xwe derbarê tewana destdirêjiya siksî li ser zarokekî Sûrî yê penaber li Libnanê anî ziman, û cext li ser giringiya berdewamkirina rêşûnên yasayî û sizadana tewankaran kir.
Û alavên ragihandinê yên Libnanî gotin ku ew zarok 13 salî ye, û tûşî piroseseke destdirêjiya siksî bi zorê hatibû, ew kiryar pir cara dobare bibû, û zarok rastî îşkenceyên derûnî û govdeyî jî hatibû, û texmîn heye ku her sê xortên kirêtkar ji alîgirên Milîsên Hizbullah in, û hin caran ew zarok girêdidan û bi awayekî rolane destdirêjî lê dikirin.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de daxwaz ji desthilatdarên Libnanê kir ku divê bi erkê xwe rabin, û berpirsyariyên xwe hilgirin, ji bo rê li destdirêjiyên bi vî rengî bigirin, û ji bo parastina penaberan dabîn bikin, da nehêlin binpêkirin dijî wan pêk werin.
Û Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku Rûmetdarên gelê libnanê di gelek helkeftan de li kêleka birayên xwe yên Sûrî rawestiyane, û tekezî li ser redkirina xwe ya vebir ji çi binpêkirina li dijî wan dibe an jî gurkirin û sorkirina dijî penaberên Sûrî kir, û tekezî li ser redkirina gotara nijadperestî ya ku hin aliyên fermî yên Libnanî bikar tînin kirin.
Û Hevbendiya Niştimanî got ku Hewcedariyeke pêwîst ji pêşkêşkirina parastina lazim ji penaberên sûrî re û dabînkirina mafên wan heye, û ji desthilata Libnanî tê xwestin ku bi erkê xwe di vê derbarê de rabe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî