Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, dît ku bikaranîna Rûsiya û Çînê ji mafê redkirinê Veto re, duh di Encûmana Ewlekariyê de, dijî pirojeya biryareke Almanî Belçîkî ya hevbeş derbarê dirêjkirina mîkanîzma gihandina alîkariyên mirovahî yên navdewletî bo Sûriyê di riya xalên dervayî kontirola rêjîmê re, tewaneke mezin e dermafê bimilyonan Sûrî.
Û di daxwiyaniyekê de îro çarşemê Hevbendiyê bal kişand ku helwesta Rûsîya û Çînê wek nimîneyeke terora siyasî ya rêxistinkirî ye di hundir Encûmana Ewlekariyê de yaku ji salan de diqewime.
Û Hevbendiyê cext kir ku endamin çalak di Encûmana Ewlekariyê de û dewletin mezin yên xwedî Endamtiya herdem, îro serpereştî û beşdariyê di tewanên dijî mirovahiyê û tewanên cengê de dikin, û tewankaran vedişêrin, û Encûman derbarê çarenûsa qurbaniyan bi raya wan dike.
Û Hevbendiya Niştimanî got ku Veto bûye çekek ji çekên wêrankirina giştî, di riya wê re kuştin û girtin û koçberkirina gelan tête kirin, ji civaka navdewletî tê xwestin ku sînorekî vebir ji vê neberbiheviyê re deynîn, ji ber ku ne aqildariye ku rayekî vebir ji kujer re di çaranûna qurbaniyan de hebe.
Û Hevbendiya Niştimanî bal kişand ku çênabe ku tewankar dadwer be, û got ku Rûsiya aliyekî sereke ye di tiştên bi serê gelê Sûriyê tên ji tewan û binpêkirinan, û daxwaza mehrûmkirina wê ji mafên dengdanê li ser çi biryarên girêdayî doza Sûriyê kir, nemaze biryarên girêdayî alîkariyên mirovahî û debara jiyana rojane ya welatiyan, an ewên girêdayî bi paşxistina çareya siyasî, an nehêlana dadgehkirina tewankaran.
Û Hevbendiya Niştimanî got ku rêjîma Esed kar dike ku bi keysebazî alîkariyên mirovahî di bin lepên xwe ke, û wê wek çekekî dijî gel bikar bîne, di dema cezayên navdewletî û berdewamiya yasaya Qyser de, û got ku çawa rêjîma ku Sûrî birçî kirine û dorpêç kirine û silogana “birçîbûn an danîna çogan” rakirî, fermana belavkirina alîkariyên mirovahî di dest de be.
Û ji Civaka Navdewletî xwest ku pûçbûna Encûmana Ewlekarî ya Navdewletî tê de dijî û dihêle ku alozî û bobelat gurtir bibin derbas bike, di riya mîkanîzmeke berdêl re ji bo gihandina alîkariyên mirovahî ji hemû hewcedariyên Sûriyê re bi awayekî berdewam misoger bike, û sepandina mercên guncaw ji bo bicîhanîna biryara 2254.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî