Hevbendiya Niştimanî Sûrî doza vekirina kerîdorin aram bo deverên dorpêçkirî, şikenandina dorpçkirina li ser tevaya deveran, û bicîanîna yekser ji herdu biryarên Encumena Ewlekariyê nemre 2139, 2165 kir, di wan de doza derbaskirina alîkariyên mirovahî ji wan deveran re bê erêkirina rêjîma Esed, û vekirina kerîdorin aram bo deverên dorpêçkirî hatiye kirin.
Berdevkê fermî binavê Hevbendiyê Salim Emislit got: ” Sê heyv di ser derçûna biryarê re derbas bûne, û hîn deverin berfireh ji Xûta Rojhilat û ya Rojava, û devera Başûr ji Şama paytext û Hims di bin dorpêçkirineke bînçikandinê de ye, biryar tenê li ser asteke teng hatiye bicîanîn”.
Li gor ku berdevkê fermî yê Hevbendiyê ragihand, ev daxwaza Hevbendiyê ji ber ” Tunebûna tu çareserî an destwerdanê bo sivikirina rewşên mirovahî yên li wir kambax bûne, û sînorê binavkirina boblatê derbas kirine, ji ber belavbûna êşan û tunebûna guhdana nojdarî, wêrankirina hemû nexweşxaneyan, hatian werzê zivistanê bi serma xwe ya dijwar, û di heman demê de bumbebarankirinek berdewam ji hêla tank û top û balefiran di hewldaneke wêrankirina hemû tiştê ku li wê deverê jiyan tê de digere ” tê.
Jêder: Hevbendî