Fermanberiya peywendiyyîn derve ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, du hevdîtinên cuda li Enqere paytexta Tirkiyê digel balyozê Siwêdî, Laris Wahlond, û balyozê dewleta Sahil Elac Yaqûb Ata pêkanîn, û digel wan dawîtirîn pêşveçûnên meydanî yên komkujiyên li Der’a, hem jî yên siyasî yên Sûrî derbarê dosya destûrî gotûbêj kirin.
Serokê fermanberiyê Ebdilehed Istêfo, zincîra operasiyonên koçberkirina kotekî ya ko rêjîma Esed derheqê sivîlan li herêmên corbicor li Sûriyê pêk anîne ji wan re diyar kir . û daxwaz ji Siwêd û Sahil Elac kir, wek du endamên neherdemî , tako piştgiriya mafên gelê Sûrî bo azadî û rûmetê bikin.
Istêfo tekez kir ko giring e Siwêd, ya ko wê heyva dahatî serpereştiya encûmena ewlehiyê bike, destpêşxeriyê bike di derkirina helwestin jidil ji bo tawankariyên cengê yên rêjîm derheqê sivîlan de pêk tîne rawestîne, û rewşa bêçarebûna navdewletî hember hilgirtina berpirsiyariyên xwe yên yasayî bo parastina sivîlan bidawî bike.
Û bal kişand ser ko giring e piştgiriya mirovî û ya hawarhatinê bo derbider û koçberan bibe, û bi taybetî yên herêma başûr, ko hejmara wan gihaye bêtir ji 300hezarî li gora hejmarên netewên yekgirtî.
Her weha tekez kir ku Hevbendiya niştimanî di rûniştinên danûstandinê û çareseriya siyasî de actîv bû, lê rêjîm sûr e li ser çareseriya ewlekarî û leşkerî ya xwîndar, û diyar kir ko damezirandina komîteke destûrî ko karûbarê wê amadekirina destûreke nû be; mijareke pir giring e di pisosêsa veguhastina siyasî de, û veguhastina Sûriyê ber bi dewleta yasa û hevwelatîbûna wekhev û dadweriyê.
Jîder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî