Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê, dubare daxwaz ji civaka navdewletî kir ko bi lez tevbigere û tawankarî û dorpêça dijî Xûta rojhilat li gundewarê Şamê bi dawî bike, û berpirsiyaran siza bike, û pêvajoya siyasî li gora biryarên navdewletî û lêvegera Cinêvê rizgar bike.
Hevbendiya niştimanî di daxuyaniyekê de îro çarşemê de got ku ‘’ Rewşa Xûta rojhilat ya Şamê bi giştî û bajarê Erbîn bi taybetî, roj bi roj bêtir xerab dibe û civaka navdewletî vê dîmenê qet nabîne û ev têkçûn e di hilgirtina berpirsiyariyan de. ‘’
Çalakvanan ji bajarê Erbîn gotin: du zarok şehîd ketine û hinên din li bajarê Erbîn li gundewarê Şamê îro çarşembê birîndar bûne, ji encama topbarana li ser taxên niştecihan, û gotin ku bombebaran ji 20 rojan ve berdewam e, û bi dehan kes şehîd ketine û wêraniyeke mezin di malên niştecihan û navendên xizmetkariyê de çêbûye.
Hevbendiyê hişyarî da civaka navdewletî derbarê metirsiya helwesta wê ya neyênî, û ne amadebûna wê di karê beraberiya van tawankariyên ko rêjîm bi piştgiriya furokên Rûsya û milîtanên mezhebperest derheqê miletê Sûrî de dikin, û diyar kir ko Hersê hefteyên borî dojehek ji agir û wêraniyê û bombeyên goşeyî û çekên kîmawî (gaza kilor) dijî sivîlên Xûta rojhilat hatin bikaranîn.
Hevbendiyê bêtir got ku di 20 rojan de 47 şehîd bi kêmanî li bajarê Erbîn bi tenê ketin, piraniya wan jin û zarok in, û hejmara giştî ya pakrewanên Xûta giha 200î, û bi sedan kes birîndar bûne.
Tê zanîn ku ajar û bajarokên Xûta rojhilat li gundewarê Şamê ketine ber bombebarana firokên cengî û topbarana giran, di encamê de bi sedan şehîd ketin û wêraniyeke mezin di taxên niştecihan de û baregehên giştî de çêkiriye.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî