Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Ebdulreham Mistefa, komkujiya rijêma Esed ya bi bombebarankirina xwendigeha zarokên bajarê Cisrên yê Xûta Şamê û bûye sedema kuştina heft sivîlan bi kêmayî û birîndarbûna çend kesên din ku piraniya wan zarok in, şermezar kir, û ev komelkujî hevdem ligel bestina kongirê Astana yê ku rêkeftina”kêmkirina oparesyonên leşkerî” yek ji encamê wê bû.
Mistefa daxwaz ji civaka navdewletî ku bi erkên xwe li hember tawanên Esed yên bi hevkariya Rûsiya û Îranê rabe, û kar bikin ji bo şikandina dorpêçkirina li ser Xûta rojhilat û rizgarkirina xelk û zarokên wê.
Bajarokê Misraba ji aliyê hêzên Esed hate bombebarankirin û têde 4 sivîl hatin kuştin ku 2 ji wan zarok bûn, tevî birîndarbûna çend sivîlên din bi birînên ciyawaz, herwiha bajarên Heresta û Dûma û bajarokê Eynterma û taxa Cober bi heman şêweyî hatin bombebarankirin, û têde hejmarek sivîl hatine birîndarkirin, û tîmên hawarhatinê li navenda 90’ê ya bergiriya sivîl bi tomarkirina ziyanan û rakirina birîndaran ji navçeyên hatin bombebarankirin rabûn.
Ji aliyekî din, hin saziyên Sûrî yên nefermî li Xûta rojhilat daxwaz ji hemû aliyên gerantor yên rêkeftina kêmkirina oparesyonê leşkerî kirin ji bo pabend bin bi sozên xwe û bi bikaranîna fişarên pêwîst bo gihandina alîkariyên mirovî bo xelkê dorpêçkirî li Xûta rojhilat, bi rêka vekirina derwazan bilez û derbaskirina alîkariyan û veguhestin sercem doxên mirovî yên nesax û birîndar.
Herwiha desteyên sivîl li Xûta daxwaza dirustkirina navendeka pizîşkî ya hertimî ya parastî ji êrîşên Rûsiya û banda Esed ji Xaç û Heyva Sor kirin , bi awayekî ku çavdêriya saxlemiyê ya pêwîst bo sedên zarokan yên li ser keva birçîbûn û mirinê ne dabîn bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî