Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, berdewamiya helmeta tewankarîya rijêma Esed û hevalbendên wê ji çend heyvan ve li ser gundewarê Hema yê bakur û deverên corbecor ên Idlibê şermezar kir.
Daxwiyanî piştî pêkanîna rijêma Esed û Rûsiya ji komelkujiya Meeret Alnuhman re li gundewarê Idlibê derket, û Hevbendiyê amaje kir ku hemû operasyonên rêjîmê, Rûsya û Îranê, bi xwe tawanên şer ên beloq in, ku bi rêka wan li radeya yekê deverên niştecî û sivîlan wekî armancên sereke têne topbarankirin.
Û Hevbendiya Niştimanî dubare piştrast kir ku ji Netewên Yekbûyî û civaka navdewletî, û nemaze grûp û dewletên zilhêz karin û ji wan tê xwestin ku van êrîş û komkujiyên rijêmê û hevalbendên wê bi awayekî bilez rawestînin.
Û Hevbendiyê tekez kir ku helwestên ne berpirsyar yên van welatan bûn sedema peydabûna aloziyê, û ev yek wan têxe li hemberî berpirsyareke mezintir hember rawestandina komkujiyên berdewam û bizaveke navdewletî bibe ji bo misogerkirina azadiya xelkê Sûriyê û parastina welatiyên wê yên sivîl.
Tê zanîn ku balafiriên cengê yên hevalbendiya rijêmê û Rûsya doh komelkujiyek pêk anîn têde 13 kes şehîd ketin, 6 zarok di nav de hene, tevî birîndarbûna 34 kesên din ên 6 zarok û 10 jin di nav wan de hene, ji encama armanckirina bajarê Miret al-Ni’hman bi 12 mûşekan pevre , taxên ava yên bajêr armanc kirine.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî