Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Nezîr Elhekîm tekez kir ko istiratîciya Hevbendiya Niştimanî ew e, bihêle desthilata Sûrî ya demkî pirojeyên xizmetkariyê û siyasetên giştî yên ko hatine danîn cîbicî bike, wek amadekirin ji qonaxa veguhêz re ya ko li pey çareserkirina siyasî bêyî Beşar tê.
Elhekîm di hevdîtina ligel Mark Înz Berawn balyozê Ostiralî li Enqere daxwaz ji hemû hevalên miletê Sûrî ji nav wan jî Ostiralya kir ko piştgiriya danûstandinên Cinêvê ji bo bigehên çareserkirina siyasî bêyî Beşar Elesed û simbolên wî û tu rola wan têde tune be, û got ku Hevbendiya Niştimanî piştgiriyê bo desteya bala ya danûstandinan pêşkêş dike di rêya şanda wê ya danûstandinan re û tîma locistî, da alî wê bike bo di karûbarên xwe de biser bikeve û rêzên opozisyonê di şandekê de bi yek bike.
Balyozê Ostiralî jî tekez kir ko welatê wî piştgiriya mafê miletê Sûrî dike û welatê wî dixwaze çareseriyeke siyasî ya giştî bibîne di van danûstandinên dibin de, û got ku rêjîma Esed derheqê miletê xwe de tawankarî kiriye û çekên kîmawî bikar anîne, û hemû vekolînên navdewletî tekez kirine ko rêjîm di ber de berpirsiyar e.
Emîndarê giştî daxwaz kir ko piştgirî di rêya desthilata demkî û Encûmena xwecihî ya rewa re bibe , ji bo tekeziya gihandina wan alîkariyan bo herêmên rizgarkirî, û ne herêmên di bin kontrola rêjîmê an a rêkxistinên tirorist de.
Emîndarê giştî bêtir got ku pêkanîna desthilata demkî ji pirojeyên xizmetkariyan re baweriyê bi wê yekê bêtir dike ko tîmên desthilatê dikarin xizmetan ji wan re pêşkêş bikin, û destnîşan kir ko ew rola rêkxistinên tirorist kêm dike û ji wan jî rêkxistina Elqaide ji bo bandorê li sivîlan nekin û pêdiviya sivîlan bi wan nemîne.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî