Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê çend civîn ligel nûnerên dewletên hevalên Sûriyê li dar xistin, têde rewşa Idlibê bi berfirehî bi wan re gotûbêj kir, û li ser giringiya dîtina çareseriyeke bilez bo operasiyonên leşkerî yên ko sivîlan amanc dikin rawestiyan, hem jî gihandina alîkariyên mirovî bo kesên pêdiviya wan pê heye, bi taybetî bo bêtir ji 100 hezar derbiderên ku piraniya wan li çolan in û çi fakterên jiyandinê li rex wan tune ne.
Ev civîn hat di hindirê karê birêveberiya peywendiyên derve û komîta taybet ya ko desteya giştî ew damezirand tako bilez ji bo Idlib tevbigere û sivîlan ji bobelateke mirovî rizgar bike.
Cîgira serokê Hevbendiya Niştimanî Dîma Mûsa diyar kir ko wan çend hevdîtin digel nûnerên Frensa, Birîtanya û Elmanyayê pêk anîne, têde giringî dane rawestandina tawankariyên derheqê sivîlan de yên li gundewarê Idlib û Hemayê berdewam in.
Hejmara qurbaniyan û qebareya wêraniya bargehên zindîdar û operasiyonên derbideriyê, tekez dikin ko rêjîma Esed û hervalbendên wê tawankariyên cengê derheqê sivîlan de pêk anîne.
Mûsa destnîşan kir ko Hevbendiya Niştimanî nameyek derbarê rewşa Idlibê amade kiriye bo ji dewlerên têkildar re bişîne, û got ko çend daxwazî têde hene ji wan jî fişarê bidin ser Rûsya bo operasiyonên leşkerî rawesrîne, û alîkariyên mirovî bêtir bikin, bo 100 hezar kesên derbider bûne.
Komîta taybet bi Idlibê raportek bi hemû binpêkirinên ko rêkxisrina mafnasiyê belgeh kirine amade kiriye, wek hejmara qurbaniyan û bargehên tendiristî û yên fêrkirinê yên ko ji hêla rêjîmê û Rûsya ve hatine amadekirin.
Komîtê got ku giring e pabendî bi bîrnameya lihevkirinê ya derbarê Idlibê ya ko sala bûrî hatiye imzekirin bibe, û rêzê li agirbestê bigirin, û operasiyonên leşkerî û bi taybetî amanckirina sivîlan û bargehên zindîdar rawestînin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî