Şandeka hevbendiya Niştimaniya Sûriyê ,serdana kampên penaberan li Orfayê û awareyên kobanê dike. Di hevdîtinê de Elherîrî Sekertêrê Giştî Yê Hevbendiyê û ligel cêgirê xwe Mihemed Elqedah, ji nêzîk ve li ser xwestek û pêdawîstiyên wan rawestiyan.û şanda hevbendiyê soz da penaberan ku hewla dabînkirina xwestek û pêdawîstiyên wan yên xwarin û saxlemiyê û herwiha dabînkirina pêdawîstiyên fêrkirina zarokên li kampê bikin. Têzanîn ku ev serdan hat pêkanîn piştî hevdîtina Elherîrî û şanda hevbendiyê bi Waliyên Sûriyê re li bajarê Xazî Entabê. Ku di hevdîtinê de Elherîrî tekezî kir li ser ” pêwîstiya ku alîkaiya awereyên Kobanê ya ku piraniya nişteciyên wê ber bi sinorê Tirkiyê reviyane ji tirsa kiryarên çekdarî yên ku li navçeyê dibin bikin”. Ji aliyê xwe ve waliyê Sûriyan li Xazî Entabê, amadebûna welatê xwe ragihand bo pêşkêşkirina destê alîkariyê bo wan awarebûyan, ku di heman demê de divê rewşa ewlekarî bê parastin, ji karên ku dibe hin xirabkar pê rabin di dema hêsankirina rêvebirina karubarên wan awareyên li ser sinorê Tirkiyê. herwiha Walî dupat kir ku deshilatên Tirkiyê wê xwestek û pêdawîstiyên pêdivî pêşkêş bikin, bi hevkarî di gel komîteya şopandinê ya ku hevbendiyê ew erkdar kiriye ji bo karubarên penaberan ya bi serokayetiya Husên Ebdullah. Ku ew komîte pêktê ji Hêvaron Şerîf û Welîd Elomerî û Hewas Xelîl, û di hevdîtinê de Elherîrî sipasiya helwêsta tirkiyê ya piştevan bo şoreşa Sûriyê kir. li aliyekî din bi hevkariya şanda hevbendiyê hêlên stratîjî û yên tektîkî hatin danîn bo rawestandina bobelata awarebûna Sûriyan ya ku bê cudahî dibe ji sedema kiryarên teroristî yên ku rêjîma Esed bi şêweyekî rasterast xwedî dike bo berdewamiya nearamiyê li devera rojhilata Erebî. Herwiha di heman meydanê de û yekser komîteya karbubaran dest bi karê xwe kir û pêwendiyên rasterast ligel awarebûyan kirin bi armanca pêşkêşkirina alîkariyên berdest, tevlî hêsankirina karubarên wan yên yasayî bi hevkariya hikûmeta Tirkiyê li gor pêdiviya awarebûyan.
Jêder: Hevbendî