Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, tekez kir ku xebatên şopandina pirosesa lêpirsînên derbarê kuştina gêncê Sûrî “Elî Elesanî” bi wezareta navxweyî ya tirkiyê re di riya komîta Sûrî-Tirkî ya Hevbeş re dike, piştî ku endamekî ji polîsan gule berda gêncê Sûrî Elî Elesanî yê 19 salî li Iyaleta Edenê ya Tirkiyê, û bûye sedema kuştina wî.
Û cext li ser pêwîstiya zelalbûna lêpirsînan û cezadana kujer di riya dadgehên daddar re kir.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Enes El-ebde, û Emîndarê Giştî yê hevbendiya niştimanî Ebilbasêt Ebduletîf, pêwendî di riya telîfonê re bi malbata rehmetî re pêkanîn, û sersaxiya wan kirin, û tekezî li ser piştevaniya bi temamî ji malabata wî re kirin, û ku ewê doza kuştî bişopînin ta rastî eşkere bibe.
Û Iyaleta Edenê daxwiyaniyek belav kir, tê de hat ku jiber kuştina gêncê Sûrî, ew endamê polîs ji kar hat bidûrxistin, û got ku wan dest bi lêpirsênên dadgehî û rêveberî derbarê vê dozê kirine.
Û kuştina Elî Elesanî bandoreke mezin li ser kolana Tirkî û Sûrî kir, û haştaga “kanî kujerê elî” rêjeya herî bilind di tiwêterê de li tirkiyê sitand, û ew jî wek nameyeke aşkere ye ji civaka Tirkiyê, ku ew vê bûyera bi êş red û şermezar dike, û daxwaza sizedana berpisyarê bûyerê dike.
Haştaga “kanî kujerê elî” rêjeya herî bilind bû di tiwêterê de li tirkiyê, û ev nameyeke aşkere ye ji civata Tirkiyê ku ew vê bûyera biêş red û şermezar dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrtî