Desteya serokatiyê û ya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê, nûnerên dewletên hevalên miletê Sûrî pêşwazî kirin, û digel wan bombebarana tund ya ko hêzên rêjîmê û firokên Rûsî li dijî sivîlên Idlib bikar tînin gotûbêj kir, û behsa dosya siyasî û ya sereke vegera li danûstandinên Cinêvê li jêr çavdêriya netewên yekgirtî kirin.
Serokê Hevbendiyê Ebdulrehman Mistefa tekez kir ko tiştê li Idlib û gundewarê Hema çêdibe, xelekek ji zincîra tawankariyên cengê ye, yên ko rêjîma Esed û Rûsya û milîtanên Îranî yên tirorist pêk tînin, û daxwaz ji dewletên heval kir ko helwestên navdewletî kom bikin ji bo sizakirina kesên tawankarî kirine, û got: “em kar dikin ji bo tekûzkirina dosyayên sizakirina tawankarên cengê. Û em ji we hêvî dikin ko bi şêweyekî mezintir li bargehên navdewletî helwestan bikin yek, bo tawankarên cengê bêne sizakirin”.
Hêvî kir ko tevgereke navdewletî çêbibe ji bo tiştê li bakurê Sûriyê çêdibe rawestîne, ko niha ketiye ber bombebaraneke tund, û navend û avahiyên niştecihan û navendên zindîdar amanc dibin, û bal kişand ser ku ‘’ Tevgera navdewletî ya jidil; dê sivîl û koçberên kotekî ji bobelateke mirovî biparêze.‘’
Mistefa got ku Rûsya di bombebarana xwe de sivîlan, nexweşxane û bargehên xizmekariyê amanc dike, di heman çaxî de herêmên bin kontrola Daiş û Elqaîde piştguh dike, û dibîne ko ev istiratîciya wan e ji destpêka şoreşê de, bi amanca ko tiroristiyê xurt bikin û şoreşa Sûriyê tune bikin.
Her weha tekez kir ko Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê hebûna milîtanên Îranî yên tirorist li ser xaka Sûriyê red kir, û got: ‘’em yên pêşî bûn ko me derdê wan kişand, û alayên artêşa Sûrî ya azad ên yekem bûn ko beraberiya rêkxistinên tiroristî kirin, û li her deverên Sûriyê şerê wan kir, û gerek ew nebe behane bo kuştina sivîlan û siyaseta guherîna dîmugrafî cîbicî bibe. ‘’
Bêtir got ko rêjîma Esed û Mosko bi behaneya rêkxistinên tiroristî niştecihên Helebê û Xûta rojhelat û Dareya û Hums û Qelemûn û Dera koçber kirin, û got Idlibek din nîn e ko Sûrî xwe lê bigirin.
Hişyarî ji çêbûna bobelateke mirovî da, çimkî bêtir ji sê milyon sivîl li Idlib hene.
Her weha tekez kir ko ew koçberiya bi sedema bombebaran û wêraniyê dê qeyraneke cîhanî ya nû ya penaberan çêbike, û dê bigehê gelek dewletan.
Serokê hevbendiyê ji balyozan daxwaz kir ko ji welatê xwe re bêjin tako fişarên navdewletî pêk bînin tako jiyana sivîlên Sûriyê biparêzin, û di fişarê de berdewam bin bo aramî li Idlib berdewam bimîne, ji ber ku ew ji herêmên kêmkirina şerî ye.
Û helwesta Tirkiyê û piştgiriya navdewletî û Ewropî ya digel Hevbendiya Niştimanî di redkirina şerê ji bo Idlib tê plankirin bilind nirxand.
Di civînê de bal kişand ser ko Hevbendiya niştimanî giringiyê dide pirosêsa siyasî û ya danûstandinê û got: em digel desteya danûstandinên Sûrî hevrêzkar in derbarê babetên danûstandinê û damezirandina komîta destûrî, û em hêj bi çareseriya siyasî pabend in, ya ko mafên miletê Sûrî dabîn dike.
Mistefa daxwaz kir ko divê pirosêsa siyasî tekûz be û ne tenê pirosêsa destûrê be, û dît ko Mosko hewil dide rêjîmê bide pêş û nehêle veguhastina siyasî wek ko di daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254 hatiye çêbibe, û got: “ Em dibînin ku ti çareserî tunye; eger ne bi rêka siyasî be di bin çavdêriya Netewên Yekbûyî de be”.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî