Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê xweşhal e bi sepandina biryarên nû ji hêla Waşington û dewletên kendava Erebî li ser serkirdayetiya Hizibulaha Libnanê, ku sizayên nû bi xwe ve digire dijî sikirtêrê Hizibulah Hesen Nesirulah û cîgirê wî Ne’îm Qasim, û Hevbendiyê ev yek bi pêgaveke giring dît ji bo sînordarkirina destdirêjiya Hizibulah ya beşdar ligel rijêma Esed di kuştina gelê Sûriyê de.
Û Wezareta gencîneya Amerîka di daxuyaniya xwe de tekez kiriye ku navê çar endamên sereke yên biryarderên Hizibulah tevlî Hesen Nesirulah tevlî lîsteya sizayan hatine kirin, û gotiye ku di nav wan kesayetiyan de navê serokê encûmena siyasî Îbrahîm Emin Elseyd û serokê desteya dadê Mihemed Yezbik û cîgirê siyasî yê Nesirulah Husên Elxelîl hatine.
Wezîrê Gencîneya Amerîkî Stephen Menuchin, ji aliyê xwe ve Hesen Nesirulah tohmetbar kir û got ku ew “kirîza Sûriyê dirêj dike, û radibe bi xudankirina tundutîjiyê li Îraq û Yemenê, û milet û dewleta Libnanê ber bi metirsiyê dibe û nearamiyê li tevaya navçeyê peyda dike”.
Û berpirsekî payebilind yê koçka Spî got ku ev siza beşek ji hilmetekê ne li dijî Hizibulah, bi armanca sînordarkirina hejmona Îranê, ku salane nêzîkî 700 milyon dolarî dide Hizibulah ji bo perepêdana bizav û çalakiyên wê li seraserê cîhanê.
Ligor ajansa Reuters, ev biryara Amerîkî ya ligel hevpişkên Amerîka, Si’ûdiyê û Îmarat û Qeter û Behrên û Kuwêt û O’man, bi armanca armanckirina navenda perepêdana terorê û rêxistinên terorîstî hatiye.
Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştimanî cext li ser giringiya kêmkirina rola milîsên piştevanên Rijêmê kiribû, û tevlî milîsên Hizibulah hevpişkê rijêma Esed di rijandina xwîna sûriyan de û giranbarî ye li ser milê tevaya xelkê Libnanê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî /Wekalat