Hevbendiya niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê çalakiyeke taybet li bargeha Emîndariya giştî li bajarê Istanbulê ji bo bîranîna şoreşa Sûriyê lidar xist, û endamin desteya serokatiyê û ya siyasî û hejmarek çalakvan û kesayetiyên revenda Sûriyê ya li Tirkiyê lê amade bûn.
Û pêşengeheke wêneyan li çalakiyê çêbû tê de giringtirîn qonaxên ko şoreşa Sûriyê di wan re bûriye diyar kirin, û wêneyên binpêkirinên rêjîma Esed derheqê sivîlan ji wan jî operasiyonên bombebaran û êşkencedanê li zindanan belav kirine.
Û serokê Hevbendiya Niştimanî birêz Abdulrehman Miştefa gotarek di destpêka çalakiyê de da, têde tekezî li ser pabendiya bi piransîbên şoreşa Sûryê kir, û bal kişand ser ku piraniya gelê Sûriyê layingirên şoreşê ne û dixwazin pevre bi azadî û rûmet di bin siya hevwelatîbûna wekhevî de bijîn.
Û her weha got ku “ erkê me li ser me ferz dike ku em kar ji bo pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê bikin di riya veguhestineke siyasî ya serkeftî de re”, û amaje kir ku Hevbendiya Niştimanî pabend û sûre li ser bicîkirina biryarên navdewletî yên derbarê Sûryê û di serî de daxwiyaniya Cinêvê û biryara 2254 û bicîkirina veguhestina siyasî ya tekûz ligor têkistên wan biryaran.
Û serokê Hevbendiyê daxwaz ji civaka navdewletî kir ku dosyayên dadpirsîn û vekolîna û nehêlana rizgarbûna berpirsên rijêmê ji sizadanê, û sipasiya dewletên oropî kir, yên bîrdozên girtinê derheqê kesên endamên rijêma Esed yên tewankariyên cengê pêk anîne derxistine.
Her weha diyar kir ko Hevbendiya Niştimanî biryar daye ko nîsana bê bargehê xwe li hundirê xaka Sûriyê li gora planeke kar ya nû veke, û destnîşan kir ko ev mijar dê erênî be sebaret pêvajoya şoreşa Sûriyê çimkî ev bûyer dê digel nûkirina kelaxê desthilata Sûriyê ya demkî û aktîvkirina rola wê be, tako karibe karekî berfirehtir bike, li çarçoveya birêveberiya sivîl li hemû biwarên xizmetgozeriyê.
Û di lêdwanekê de emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî Nezîr Hekîm tekez kir ko bîranîna şoreşa Sûriyê ‘’ bîranîneke buha ye li ber dilê Sûriyan, û xetîreya têkoşîna li dijî rêjîma Esed ya zordar e,‘’ bêtir got ‘’ew encama têkoşîna dûrûdirêj a miletê Sûrî ya bi dehên salan e, û bi dehhezaran qurbanî û girtî û yên rijêm pey wan dikeve danîne. ‘’
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî