Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, Nezîr Hekîm, tekez kir ko giring e Netewên Yekgirtî xwedîtiya aqaran li Sûriyê biparêze, û dibîne ko destdirîjiya rêjîma Esed li ser mal û milkên sivîlan mijareke nayê pejirandin, û ne dikeve berjewendiya pirosêsa siyasî ya ko li ser bingehên biryarên navdewletî û ya sereke daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254ê hatiye ava kirin.
Ew piştî civîna roja pêncşembê li bargehê Hevbendiya Niştimanî hatiye gotin, civîn bi amadebûna emîndarê giştî û serokê birêveberiya peywendiyên derve Ebdilehed Istêfo, û serokê birêveberiya yasayî Yasir Elferhan, û serokê birêveberiya rêkxistinan Ebdilmecîd Berekat, hem jî birêveberê yekîneya hevrêzkariya piştgiriyê Mihemed Hesno çêbû.
Civînê giringî daye dosya parastina Xwedîtiya akarî li Sûriyê, û civîngeran behsa pêwîstiya derkirina pirojeyekî niştimanî kir bo parastina xwedîtiya akarî, û bi taybetî piştî wêrankirina berfireh bi destê rêjîmê ji bajar û herêmên niştecihan re.
Emîndarê giştî yê Hevbendiya niştimanî got ku ev piroje dê di berjewendiya nehêlana guhertina dîmugrafî de be, ya bi destê rêjîmê dibe ko bi belgehên xwedîtiya akarî bilîze û sexte bike, wek çawa li navendên belgeyên sivîlan dike, ji bo tawankariyên xwe yên cengê veşêre.
Destnîşan kir ko istiratîciya rêjîmê aşkere ye, ew dixwaze xwedîtiya akaran ya penaber û koçberan û yên bi kotekî hatine koçkirin bidize, û wan bide niştecihin nû, ko ew bi ser wê ve ne, û raport hene destnîşan dikin ko pirosesên kotekî bo guhastina xwedîtiya neyasayî li hin herêman bi rengek pîlankirî çêdibin.
Û got ku ev mijar dê pir nerênî be li ser vegera xwedanên aqaran yên rastîn li cihên xwe, ew li gora yasaya navdewletî ji tawankariyên cengê ne.
Jêder: Ofêsa ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî