Di nav helmeta li ser asta Erebî ya ku Hevbendiya Niştimanî ya Hêzêşn Şoroş û Rikberiya Sûrî ji bo xwirtkirina helwestên Erebî bo piştgiriya Şoreşa Sûriyê, Serokê Hevbendiyê Dr. Nesir Elherîrî nameyek aresteyî Komkara Dewletên Erebî û Rêxistina Hevkariya Îslamî û Encûmena Hevkariyê ya Dewletên Kendava Ereb û tevaya dewletên Ereb kir, derbarê pêşhatên rewşa meydanî û siyasî li Sûriyê.
Û Elherîrî di nameya xwe de sipasî û razîbûna xwe ya pir diyar kir, li ser berdewamiya dewletên Erebî di piştgiriya doza gelê Sûriyê de ji bo pêkanîna daxwazên wî yên rewa.
Û çalakiyên berdewam yên ku Hikûmetên Erebî yên rêzdar kirine û dikin bilind nirxandin, herweha rêz û hurmeta xwe ji xebatên ku ew ji bo serkeftina çareya siyasî li Sûriyê di riya rola xwe ya girîng û çalak li ser asta Erebî û Navdewletî dikin diyar kir.
Û Elherîrî tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî û Şoreşa Sûrî hêviyên xwe bi rola mezin ya Dewletên Ereb girêdide, di hundir Komeleya Erebî de, û li ser asta Netewa Îslamî di riya rêxistina Hevkarî ya Îslamî re, û li ser asta Navdewletî di riya Encûmena Ewlekarî û Netewên Yekbûyî re, û dît ku ev rol nûnertiya nerîneke Erebî ya çalak li ser asta Navdewletî dike, û nahêla rêjîma kujer careke din were pejrandin.
Û cext li ser rola Erebî ya ku piştgiriya cîbicîkirina çareya siyasî li ser bingeha Cinêvê û biryara Encûmena Ewlekar 2254 kir, ji ber ew rê ji vegera ewle û ji ber xwe ve ji sûriyan re xweş dike, û kar ji bo derxistina tevaya hêzên biyanî ji Sûriyê û di serî de Îran û Milîşayên pêve girêdayî dike, û di heman demê de kar ji bo lawazkirina rola Îranî li deverên Erebî dike.
Û diyar kir ku Hevbendiya Niştimanî pir guhdara berdewamiya hevrêzî û hevkariya biratiyê ye li gel dewletên ereb û yên misilman ji bo bicîkirina biryarên dikevin xizmeta gelê Sûryê û dozên deverê de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî