Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, îro şemiyê hevdîtinek bi hejmarek ji çalakvan, parêzer û rewşenbîrên herêma “Efrînê” yên penaber li Tirkiyê re li dar xist, û bi wan re pêşketinên li ser erdê û yên siyasî û rewşa niha ya li “Efrînê” û derfetên ji bo pêşxistina karê rêveberî û rêxistinî li herêmê gotûbêj kirin.
Civîn ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî, ku yek ji pêkhateyên Hevbendiya Niştimanî ye hat amadekirin, bi beşdarbûna Cîgirê Serokê Hevbendiyê Abdulhakim Beşar, û sekreterê giştî yê Hevbendiya Niştimanî Abdul Basit Abdul Latif, û endamên desteya siyasî Nazir Hakim û Abdullah Gado.
Sekreterê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî Abdul Basit Abdul Latif, silavên Serokê Hevbendiya Niştimanî, Enes Abda, gihandin beşdaran, û keyfxweşiya xwe anî ziman li ser hemû pêşniyarên xelkê herêmê, û tekezî li ser pêdiviya aktivkirina civînên weha û berdewamiya wan kir, û dît ku aktîvkirina prensîbên hevkariyê û hevbeşiyê, dê karibe astengiyan ji hole rake.
Cîgirê serokê Hevbendiyê Abdul Hakim Bişar ji aliyê xwe ve got ku divê Kurdên Sûriyê hişyar bin ji listikên milîsên PYD, û nehêlin van binpêkirinên li herêmê dibin bikar bînin ji bo berjewendiyên xwe, û got ku divê em bi vê rastiyê têbigehin ku em nikarin erdnîgariyê biguherînin, û divê Kurd bizavê bikin ji bo avakirina têkiliyên herî baş bi welatên cîran re bi taybetî bi Tirkiye re, herweha ligel hemû pêkhateyên civaka Sûriyê.
Cîgirê Serok diyar kir ku “milîsên PYD” her ji destpêka şoreşa Sûriyê de kar kir ji bo dûrxistina Kurdan ji şoreşê, û ew han dan ji bo beşdarnebûna şoreşê, li gel hewldanên wan milîsan yên bêwestan ji bo peydakirina nakokiyan di navbera ereb û kurd û pêkhateyên gelê sûrî yên din de, ji bo guhertina berê Kurdan ji rûxandina rêjîmê ber bi cihin din de, bi riya çêkirina dijminan ku “ne di berjewendiya me de ye, çi li gel Sûriyan yan jî bi welatên cîran re”.
Cîgirê Serok bal kişand li ser pêwîstiya rawestana li ser rastiya tiştên ku li herêma Efrînê diqewimin, û giringiya hevkariya li gel saziyên Hevbendiya Niştimanî bi rêkên herî baş, û destûrê nedin ti partiyeke siyasî ji bo kar ji bo berjewendî û armancên bîyanî bike, û daxwaz ji xelkê herêmê kir ku pêşniyarên nivîskî hildin ji Hevbendiya Niştimanî re ji bo li berçav bêne girtin û werin çareserkirin.
Ji aliyê xwe ve, xelkê herêmê daxwaza derketina di rûyê gendeliyê de li herêmê kirin, û dîtin ku karên nerênî yên hejmarek ji çekdaran li herêmê, ziraran digehînin wêneyê geş yê şoreşa rûmetê.
Herweha diyar kirin ku bandora vê yekê li ser Hevbendiya Niştimanî jî heye weke nûnerê şoreşa Sûriyê, û diyar kirin ku heger Hevbendî bikaribe gendelkaran ciza bike, û saziyan ji wan paqij bike, dê bi awayekî erênî bandora xwe bigihîne wê wek saziyeke sîyasî ya karîger, û wê qîmetê wê li rex xelkê herêmê bilind bike.
Û Hevbendiyê li gel wan pirsgirêka ewlehiyê û kontrolkirina çekan bi rêya dezgehên fermî yên Wezareta Parastinê ya hikûmeta demî ya Sûrî ya nû gotûbêj kirin, her weha aktivkirina sendîkayan li Efrînê, bi taybetî sendîkaya Parêzer û Endezyaran, ligel aktivkirina hemû saziyên hikûmeta demî ya Sûriyê li navenda bajarê Efrînê û bajarokên wê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî