Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê bi amadebûna Ebdilrehman Mistefa serokê Hevbendiyê û çend endamên desteya serokatiyê û ya siyasî, evro çarşembê, civînek digel nûnerên encûmena hoz û êlên Sûrî lidar xist, digel hev dawîtirîn pêşkevftinên meydanî û siyasî û bi taybetî operasiyonên bombebarana berdewam ji hêla rêjîmê û hevalbendên wê li ser herêma bêçek û encamên wê ko şehîd û birînda ketine, hem binpêkirinên milîtanên PYD derheqê sivîlan ji operasiyonên kuştin, êşkencedan û girtinê gotûbêj kirin.
Civîngeran giringiya misogerkirina aramiyê li herêmên li rojhelatê Feratê û têkbirina rêkxistinên tirorist bi hemû coreyên wan gotûbêj kirin, û tekez kirin ko giring e valabûn bête dagirtin û nehêlin milîtanên PYD kirdeyên xwe yên tiroristî derheqê sivîlên herêmê berdewam bikin.
Serokê Hevbendiya Niştimanî tekez kir ko ‘’ eger ne ji hozên Sûrî baya serkeftin li ser Daişê pêk nedihat‘’, û bal kişand ser rola hozên Sûrî di qonaxa nuha de ‘’ji bo pêkanîna aştiya civakî û parastina Sûriya yekbûyî bi xak û miletê wê ve. ‘’
Civîngeran mijara nûnerîtiya encûmena hoz û êlên Sûrî li nava Hevbendiya Niştimanî gotûbêj kir, Mistefa got ko ew mijareke pir girin e û Hevbendî herdem dixwaze desteya giştî berfireh bike, da nûnerên hemû Sûriyam têde hebin û sûdê bidin şoreşê û daxwazên wê.
Û diyar kir ko Hevbendiya Niştimanî dê bargeha xwe di nîveka vê nîsanê de bibe hindirê Sûriyê, û bêtir got ko planeke kar ya nû li bal wan heye, ji bo avakirina hikûmeta demikî bi şêweyek nû û kartêkerina rola wê, da karibe karê xwe di çarçoveya desthilatdariyê û birêveberiya sivîl de di hemû biwarên xizmetgozariyê de bike.
Her weha nûnerên hoz û êlan tekezî li ser berdewamiya têkiliyê digel Hevbendiya Niştimanî kirin, û karên xwe û bi taybetî di qonaxa dahatî de hevrêz bikin, her weha gotin ko ew bi tekûzî bi pirinsîbên şoreşê pabend in, heta ko şoreşa Sûriyê bigehê amancên xwe û dewleteke sivîl û dîmuqratî ava bikin, ya rêzê li hemû hevwelatiyan bigire û mirov bi rûmet lê bijîn.
Û gotin ku ew bi “rûxandina rêjîma tawankar bi hemû simbolên wê, û sûrbûna li ser derketina hemû hêzên tirorist û milîtanên mezhebperest û hêzên biyanî yên dijminê miletê Sûriyê, û redkirina operasiyonên guherîna dîmugrafî” pabend in.Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî