Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê bi tundî “tawankariya terorîstî” ya terorkirina çalakvanê medyayê Raîd Faris û hevalê wî yê wênegir Himûd Cinêd şermezar kir, û da zanîn ku “vê tawanê cihekî xweştevî di dilê şoreşa sûrî de armanc kir”.
Ku Elfaris û Cinêd ji aliyê komeke seruçavpêçayî ve li Kefr Nibl li gundewarê Idlibê hatin gulebarankirin, dema diçûn ji bo romalîna xwepêşandanên roja înê.
Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniyekê de tekez kir ku vê tawanê cihekî xweştevî di dilê şoreşa sûrî de armanc kir, û bi taybetî jî ji ber pileya bajarê Kefr Nibl di wijdana xelkê Sûriyê de, wekî sembolekê ji sembolên şoreşa Sûriyê bi rêya çalakiyên xwe yên aştiyane û sivîl, û bi derbirîna pankartên xwe yên li ser daxwazên gelê sûrî bi dirêjahiya çendîn sal.
Hevbendiyê da zanîn ku berpirsyariya vê tawanê dikeve stûyê “hevpeymaniya zordarî û terorê”, ku herdu şehîd li dijî wê radiwestiyan, û bi destê wê Raîd li demeke pêştir hatibû revandin û herwiha rastî hewildaneke kuştinê hatibû.
Herwiha Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de gotibû ku herdu “şehîdan” xebat li dijî rêxistineke terorîst ya bêsînor dikirin, ku hêjî ew rêxistin ji bo revandina şoreşê û goherîna wê ji ser rêya azadiyê û dadweriyê kar dike, ku ew heman alî ne yên li kêleka rejîmê radiwestin, ji bo dijminatiya gelê Sûriyê û mafên wî û tevgera sivîl ya aştiyane her ji sala 2011’an ve.
Hevbendiyê piştrast kir ku ew û “Bi hevkariyê ligel hikûmeta demî û saziyên wê dê hemû hewldanan bikin ji bo lêgerîna kujeran û dadgehkirina wan”.
Û dubare tekez kir ku “ev bûyera diltezên dê bandoreke xwe ya giran hebe di dilê her welatiyekî bişeref de, ji ber ku ziyaneke mezin e û zehmet e cihê van herdu şehîdan bête dagirtin”, û got: lê di heman demê de, me hêviyên mezin hene bi cesareta gelê Sûriyê li ser dirêjîpêdana xebatê û bilindkirina xetîra şoreşê û pabendbûna bi prensîp û rewişt û sincên wê.
Ji aliyê wezareta derve ya Amerîkî û Brîtanî ve sersaxî derbarê şehîdketina çalakvanan hat kirin, û Wezareta Derve ya Amerîka di daxuyaniyekê de got ku “Raîd û Himûd qet bi dudilî ji gotina rastiyê venedigeran û pabendî bi nirxên resen yên şoreşê dikirin”, hevdem Wezareta derve ya Brîtanyayê li ser zarê nûnerê xwe yê taybet Martin Ongden, got ku Raîd “wijdana şoreşê”bû, û da zanîn ku mirina wî “ziyanek bû bo Sûriyê”.
Herdu çalakvan ji çalakvanên herî sereke di nava bizava sivîl ya şoreşgerî de li parêzgeha Idlibê bûn, ku ji aliyê Elfaris radioya “Fresh” hatibû diristkirin, lê bêhtir ji carekê hate daxistin, û damezrandina “yekîtiya ofîsên şoreşgerî li bajarê Kefr Nibl,” herwiha “Cinêd”, yek ji xebatkarên medayî yê”Radio ya Fresh” bû ji yekemîn wan kesan bû yên ji bo belgekirina binpêkirinên rejîma Esed dixebitin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştîmanî ya Sûriyê