Duhî roja pêncşemê, Mahir Esed birayê Serokê rêjîmê Beşar Esed ji aliyê dadgeheke Amerîkî ve bi kuştina rojnamevana Amerîkî Marie Colvin tometbar kir, û cêgira Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Dîma Mûsa ev biryar bi “Pir girîng” binav kir, û handan kir li ser diyarkirina tawanên zêdetir yên ji aliyê rejîma Esed li dijî sivîlên Sûriyê hatine pêkanîn.
Dadgeha herêma Columbia ya ser bi Waşingtona paytext ve, ferman da bi neçarkirina rejîma Esed li ser dana 300 milyon dolarî wek qerebokirin ji malbata rojnamevana Amerîkî re, ya ku gilînameyek yasayî dijî rejîmê dabû dadgehê, bi tohmetbarkirina wê bi kuştina qîza wxe bi bombebarana tund li ser taxa Baba Amro ya Homsê sibata sala 2012.
Dadwera jin “Amy Berman Jackson”, got ku destê rejîma Esed di kuştinên ji derveyê çarçoveya dadweriyê de heye, li hemberî welatîyeka Amerîkayê ya bi riya plankirin û pêkanîna êrîşa li ser navendeke medyayî li taxa “Baba Emro” li bajarê Humsê, û dît ku ew berpirsyar e li pêşiya xudanên gilînameyê ji encama ziyanên ji ber wê bombebaranê çêbûne.
Dadwerê diyar kir ku xudanên gilînameyê “Bi rêya pêşkêşkirina gelek belgeyan, berpirsyariya rejîma Esed li hemberî mirina Marie Colvin piştrast kir”, û biryar da ku rejîma Esed neçarê dana 230 milyon pound ku bi qasî 302 milyon dolar e, wek qerebokirin ji bo malabta Colvin li ser giliyê malba wê û xuşka wê ya piçûk.
Cîgira serokê Hevbendiya Niştimanî piştrast kir ku rejîma Esed berpirsyar e li hember kuştina rojnamevan “Colvin”, tevlî bi sedan rojnamevên din, û bal kişand ku pêdivî bi aktivkirina mekanîzma navnetewî ya bêalî heye ji bo dadgehkirina encamderên tawanên şer li Sûriyê.
Mûsa cext li ser pêwîstiya pêkanîna dadperweriyê li Sûriyê û pêkanîna çareseriyeke siyasî ya demdirêj li welêt kir, li gor biryarên navnetewî, bi taybetî jî daxuyaniya Cenevre û biryara 2254.
Rojnamevana Amerîkayê Marie Colvin, bi bombebarana hêzên Esed ji avahiyekê de li taxa Baba Emro, ligel fotogeraferê frensî “Remy Ahleyk” hat kuştin, û fotograferê Brîtanî “Paul Conroy” ligel çend çalakvanên Sûrî yên ligel rojnamevanên biyanî ji berî êrîşkirina li ser taxê ji hêla hêzên Esed birîndar bûn.
Çavdêran dan zanîn ku derbeke giran li rejîma Esed ket, piştî pejirandina yasa “Qeyser” di civata senatoan ya Amerîkayê de, û herwiha sizayên aborî ji hêla Yekîtiya Ewropayê li ser hin pazirgan û kompaniyên Sûriyê yên peywendiyê wan bi rejîma Esed re hene, di nav de xizmekî herî nêzîk yê serokê rejîmê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê