Berpirsiyarekî Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê got ku giring e Netewên Yekgirtî têwerdanê bike û biryareke tund li hindirê Encûmena ewlehiyê bistîne tako komkujiyên rêjîma Esed û hevalbendên wê derheqê sivîlên Sûriyê rawestîne.
Ew di çend hevdîtinên ko komîta partiyên Hevbendiya Niştimanî digel çend partî û şepêlên Sûrî de hatiye, yên ko li bajarê Xazî Entaba Tirkî di du rojên borî de lidar ketibûn.
Komîtê digel nûnerên partî û şepêlan dawîtirîn pêşveçûnên meydanî û siyasî û ya sereke zêdebûna êrîşên leşkerî yên ko rêjîma Esed û milîtanên Îranî, û Rûsî bi piştgiriya asmanî serpereştiya wan dikin, ev êrîşên ku piştî têkçûna kongirê Sotşî û redkirina rêjîmê ji pirosesa siyasî re hatine.
Endamê desteya siyasî û hevrêzkarê komîta partiyan Îqab Yihya got’’ operasiyona siyasî di aloziyê de ye‘’ û giring e Netewên Yekgirtî û bi taybetî Emerîka têwerdanê bike ji bo li gora salixdana wî ‘’ Sûlava xwînê li Sûriyê rawestîne‘’ û li gora biryarên navdewletî bigehêjin çareseriyeke siyasî.
Yihya dibîne ko Waşinton kare mijaran kontrol bike û pirosesa siyasî li rêka wê ya dirist vegerîne, û destnîşan kir ku ev karekî ji dil jê re gerek e, û hilgirtina berpirsiyariyên navdewletî yên ko li hêla wê ne.
Û got ku giring e hevkarî di navbera Hevbendiyê û partiyên corbicor de pêk bê tako bigehêjin nerîneke hevbeş ko piştgiriya desteya danûstandinên Sûrî bike ya bi rêya operasiyona danûstandinan ya heye bike, û bal kişand ser ko desteya siyasî kar li ser hejmarek dosya û pirojeyên di vî warî de dike.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî