Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, xula xwe ya 45’ê bi dawî kir, û têde rewşa siyasî û ya meydanî û nemaze êrîşên leşkerî yên metirsîdar ji aliyê hêzên rejîmê û Rûsya li ser gundewarê Idlibê gengeşe kirin.
Beşdaran dît ku oparseyonên bombarana hovane ji civaka navnetewî re piştrast dike ku rejîm ti guhdanê nade pêvajoya siyasî yan her rêçareyeke siyasî, ya ku xwîna sivîlan biparêze yan jî êş û azarên wan sivik bike.
Endamên desteya giştî daxwaza şermezarkirina êrîşên leşkerî û kesên berpirsyar ji Netewên Yekbûyî kirin, û herwiha daxwaza raguhestina doseya sûrî ji bo Dadgeha Tawanên Navnetewî kirin, her weha parastina peymana Idlib û pabendbûna bi bendên wê, û pêkanîna agirbestek berfireh li ser tavaya axa Sûrîyê.
Herwiha Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, biryar da li ser paşxistina hilbijartina desteya serokatiyê û ya siyasî, tevî paşxistina hilbijartinên hikûmeta demî ya Sûriyê heta lidarxistina civînên di meha tîrmeha bê de ji ber şert û mercên siyasî û navxweyî yên zehmet.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî