Ofîsa Karûbarên Penaberan ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, civînek awarte li dar xist derbarê metirsî û rîska rewşa penaberên sûrî yên li Libnanê, piştî binpêkirinên ku li dijî wan bûn, û hîn jî berdewam in.
Û hejmarek ji endamên desteya siyasî û serokên ofîs û komîtan amade bûn, her weha serokê desteya şopandina karûbarên penaberên sûrî li Libnanê Abdulrehman Akarî , û rojnamevan û çalakvanê siyasî Ehmed Alqesîr jî beşdar bûn.
Û kesên civyayî rewşa xerab ya penaberên sûrî li Libnanê gengeşe kirin, di dema ku binpêkirin li dijî wan pirtir dibin, tevlî bûyerên kuştin û girtinê, her weha ruxandin û şewitandina hejmarek ji kampan û derbiderkirina bi hezaarên kesan û hiştina wan li çolan.
Û seroka Ofîsa Karûbarên Penaberan, Emel Şêxo, got ku tiştê vê dawiyê çêbûye, nimûneyek zelal e li ser dijminkariya ku gur dibe ya ku wezîrê derve yê Libnanê û berpirsyarên ku nûnertiya Hizbulah û rijêma Esed agirê wê geş dikin, û dît ku ev bi armanca tengavkirina penaberên sûrî û neçerkirina wan li ser vegera bi darê zorê bo Sûriyê.
Û Şêxo diyar kir ku ev dikeve xizmeta bercewendiyên Hizbullah de , dema ku penaberên sûrî dikin behane ji kirîzên berdewam ên abûriya Libnanê re, her weha dikeve bercewendiya rijêma Esed , da bibe wek kaxezeke fişarê li ser civaka navdewletî ji bo pejirandina mercan di mijara nûavakirinê de.
Û tekez kir ku ev binpêkirine ji biryarên navdewletî ên taybet bi penaberên sûrî li tevaya cîhanê re, û daxwaz ji netewên yekbûyî kir ji bo rawestandina tevaya dijminkariyan û nehêlana dubarekirina wan.
Û Şêxo bang da berpirsên libnanî ên li rex şoreşa sûrî rawestiyane ji bo berdewam bin di piştgiriya penaberên sûrî li Libnanê, û tevgereke berdewam bikin ji bo rawestandina gotara kîn û nijadperestiyê dijî penaberan, û spasiya xebata wan a di vî warî de kir, û got ku gelê Libnan û yê Sûriyê bi dehên salan derdê stemkariya rijêma Esed û destêwerdasna Îranê ya berfireh ya ziyan gihandiye aramî û hêminiya deverê dîtine.
Jêder : Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî