Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê redkirin û şermezarkirina xwe diyar kir li hember damezirandina hêzeke leşkerî ji aliyê Amerîka ve li bakurê rojhilatê Sûriyê.
Hevbendiyê îro roja çarşemê daxuyaniyek da û têde hatiye ku ew “pilana Amerîkî ya ji bo damezrandina hêzeke sinorî li bakur-rojhilatê Sûriyê” pirotesto dike, û redkirina xwe “ji her bihane û gotgotên bi hewla dirustkitina van pirojeyan ragihand”.
Û got ku ” nayê qebûlkirin ku ew navçeyên ji terorê hatine rizgarkirin tevlî navçeyê rêxistina PYD’ê yan her rêxistineke din a xudan ajendeyên berovajî armancên şoreşa Sûriyê yên girêdayî Rijêmê yan hêzên dagîrker bibin”.
Hevbendiya Niştimanî bal kişandiye ku rêşûnên hatine ragihandin ji aliyê Amerîka tên li şûna ku pal bête dan bo peydakirina baredoxên neçarekirina Rijêmê û hevalbendên wê li ser cîbicîkirina biryarên navdewletî. Û di daxuyaniyê de hatiye ku ” derbaskirina sînorên asta mafên çareseriya siyasî yên daxwazkirî bi awayekî sûr û rijd ligel berdewamiya qedexekirina pirçekirina artêşa azad hevdem ligel piştgirêdan û pirçekirina hêzên din yên xudan pirojeyên neniştimanî û kar ji bo sepandina van pilangeriyên redkirî û nerewa, durûtiya siyasî eşkere dike, ya kar ji bo bikaranîna baredoxan bo zêdekirina arîşeyan dike, li şûna kar bête kirin li ser zêdekirina fişaran li ser Rijêmê û hevalbendên wê ji bo cîbicîkirina biryarên navdewletî”.
Hevbendiyê tekez kiriye ku sercem hewlên dibin ji bo sepandina her rengekî ji piroje û çareseriyan yên gefa parçebûna Sûriyê di wan de heye wê têkbişkin, û zêdetir wê bibin sedema aloztirkirina qeyranê û zêdebûna derdeseriya xelkê Sûriyê.
Hevbendiyê di dawîya daxuyaniya xwe de gotiye: ku “ezmûn û serbora salên borî û xweragiriya gelê Sûriyê û pabendiya wî bi piransîpên şoreşê, hemû tekez dikin ku çi aliyek nikare çi pêgav û pirojeyekî li ser qadê li dijî vîna gelê Sûriyê cîbicî bike, ew gelê berdewam e di xebata xwe de ji bo bidestxistina azadî û rûmet û dadpereweriyê”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî