Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, bang li civaka navnetewî û li Konseya Ewlekariyê û rêxistinên mafên mirovan kir, ji bo bizaveke bilez bikin ji bo rawestandina topbaranana hovane li bajar û gundên Der’a û Qunitra, piştî gelek komkujiyan di derheqê sivîlan de di du rojên borî de.
Îro sibehê, piştî şehîdbûna mabatekê bi tevayî ji ber bombebarana bi mebest a firokên şer yên hêzên Esed, ji traktora cotyarekî re ku hin koçber ji gundewarê Der’a li ser rêya di navbera bajarê “Rafed” û bajar “Newa” de bar dikirin.
Çalakvanên gundewarê Qunêtra diyar kirin ku malbatek ligel çend koçberan li dema ji Qunêtira diçûn gundên Der’a, ji aliyê hêzên Esed yekser hatin topbarankirin, û tekez kirin ku rijêm kar dike ji bo qutkirina rêya di navbera bajarê “Newa” û bajarok û gundên Qunêtra de, ku hêzên Esed her kesên di rê re derbas dibin armanc dike, û ev yek bûye sedema dorpêçkirina bi deh-hezaran ji welatiyên bajarokê “Newa”.
Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniya çapemeniyê de, Konseya Mafên Mirovan li Netewên Yekgirtî han da li ser pêwîstiya vekirina fayilê tawanên şer û dadgehkirina berpirsên rijêmê yên sûcdar, û rê li hember hewldanên Îran û Rûsya yên ji bo koçberkirina xelkekî zêdetir ji Sûriyan ji ax û malên wan bigire.
Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku bi girtina çav ji bûyer û komkujiyan, berpirsiyariya Konseya Ewlekariyê bi dawî nabe, û dewletên çalak nikarin ji erk û berpirsyariyên xwe li hember tiştên ku diqewimin birevin, û pêwîst e ji bo rawestandina tawanan û rizgarkirina sivîlan û parastina navudengê Konseya Ewlekariyê bi bizaveke lezgîn rabe.
Bi dehan welatiyên sivîl şehîd ketin li gundên Der’a û Qunitra, bi piranî jin û zarok in, ji ber êrîşên berdewam di du rojên borî li ser herêmê, ku bi dehhezaran kes neçar man ji ber bombebaranê û bermîlên teqîner birevin.
Çalakvanan tekez kir ku malbatek bi tevayî li bajarê “Newa” hat kuştin, 8 zarok û du jin di nav wan de hebûn, û bi dehan kes birîndar bûn, û herwiha ji ber êrîşên hovane li ser bajar û bajarokan , nexweşxaneya meydanî ya bi tenê li Newa ji kar ket, lewra xelk neçar dibin birîndarên xwe ber bi cihên dûr dibin ji bo çareserkirina wan.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî