Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Abdul Rehman Mistefa pêşwazî li Nûnerê Serokê Fransa yê taybet bi doseya Sûrî, Francois Sanimo û şanda pê re kir, û bi wî re pêşketinên dawî yên li ser erda Sûriyê û tawanên şer li dijî sivîlan yên ji encama êrîşên hêzên Esed yên bi piştgiriya Rusya li dijî deverên kêmkirina zêdegaviyan li bakurê welêt gotûbêj kir.
Mistafa daxwaza bizaveke bilez ji Fransa ligel dewletên kartêker ji derveyî çarçoveya Konseya Ewlekariyê kir ji bo rawestandina êrîşên leşkerî li dijî avahîyên sivîlan û bijîşkî, ji bo parastina jiyana bi milyonan welatiyên sivîl, û tekezî li ser girîngiya parastina îradeya navnetewî ji bo sizakirina sûcdarên şer, û bidawîkirina kiryarên wan kir.
Mistefa bal kişand li ser pêwistiya piştgiriya peymana Idlibê û dubarekirina peymana agirbestê, û daxwaz ji “hevalên me yên hikûmeta Fransayê kir ji bo zêdekirina piştevaniya navnetewî ji Sûriyê re ji bo rêxweşkirina rêka ji bo veguhestina siyasî ya berfireh û cîbicîkirina biryarên navnetewî yên girêdayî qonaxa siyasî bi temamî, û zêdekirina fişaran li ser rejîma Esad ji bo cîbicîkirina parên siyasî li gor daxuyaniyê Cinêvê û biryara 2254 ya Encûmena Ewlekariyê.
Mistafa diyar kir ku pêkanîna peymanên herêmî û biryarên navnetewî dibe bibe fakter ji bo vegerandina aramiyê li Sûriyê û herêmê, û lawazkirina şans û derfetên berdewamiya terorê ya tê xudankirin bi destê rejîma Esad û Îranê û rêxistinên terorîstî, û got ku ew yek wê rê li pêşiya derketina pêlên nû yên penaberiyê bo derveyî welêt bigire.
Serokê Hevbendiya Niştimanî, supasiya Fransayê kir ji bo beşdarbûna wê di sepandina sizayên aborî li ser rêjîma Esed, û daxwaza berfirehkirina fişara aborî û kar ji bo sepandina sizayên zêdetir yên aborî kir, bi taybetî li ser kompaniyên biyanî yên piştgiriya rejîmê dikin û sizayên li ser dişkînin.
Mistefta behsa binpêkirinên PYDê yên li dijî welatiyên rojhilatê Firatê yên digehêjin asta tawanên şer kir, diyar kir ku milîsên wê kiryarên girtin û revandina ciwanan ji bo karên leşkerî pêk tînin, tevî şewtandina erdên çandinîyê , û şewitandina bi deh hezaran ji zeviyên ceh û genim.
Ji aliyê xwe ve, nûnerê Fransa tekezî li ser girîngiya pêkanîna agirbestê kir û dît ku ew dê bibe “alîkar ji bo peydakirina çareseriyeke siyasî”, û diyar kir ku kampanya leşkerî ya dawiyê bi awayekî “pîs” tê pêkanîn ji ber armanckirina sivîlan û herwiha nexweşxane, dibistan û bazaran.
Wî got ku welatê wî bi tundî van êrîşan şermezar û riswa dike, diyar kir ku ew balê dikişînin li ser rewşa mirovî ya sivîl û koçberan, û li ser hizr û bîrên nû ji bo baştirkirina şert û mercên çareserkirina krîza wan dixebitin.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî