Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê daxwaz ji dewletên piştgir û yên hevalên Sûriyê kir ko piştgiriya damezirandina artêşeke niştimanî yekbûyî bikin, ko ji hemû alayên şoreşê pêkbê tako pareke bingehîn ji hevpeymana navdewletî li dijî tiroristiyê be. Ev di kongirê rojnamevanî yê ko Hevbendiya Niştimanî îro înê li bargeha Emîndariya giştî li bajarê Istanbulê daxwaz kir. Di kongir de helwesta xwe ji pêşhatên siyasî û meydanî yên dawî diyar kir.
Serokê nivîsgeha ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî got: “pêşhatên metirsîdar û cihê mixabiniyê yên ko li Idlibê çêbûne, di texmînê de bûn ji ber kêmasiya mezin ya asta piştgiriya artêşa azad û nekarîna miletê Sûrî bi rêya dezgehên xwe yên siyasî yên rewa artêşeke niştimanî ya yekbûyî damezirîne.”
Remedan daxwaz ji alayên opozisyonê kir ko yekgirtî bin û got: “Tiştê li Idlib çêbû alayên leşkerî dike ber berpirsiyariyeke niştimanî ji bo tevli artêşeke niştimanî ya yekbûyî bibin, dê karûbarê wê yê bingehîn bergîriya herêmên rizgarkirî ji êrîşên hêzên rêjîmê û hevalbendên wê bike, û herêmên ko rêkxistinên tiroristî dagîr kirine ji wan rizgar bike.”
Hevbendiya niştimanî xweşhaliya xwe bi peymanên ko çêbûne da yên li Xûta rojhilat û aniya başûr û daxwaz kir ko
“cîbicîkirina tekûz ya hemû peymanên ko çêbûne dikin yên ko pêdiviya alavên çavdêriya bi awayekî tekûz kartêker bibe.”
Û dibîne ev peyman divê bigihên asta rawestandina bombebaranê û agirbestê li gora biryarên navdewletî û ji bo destpêkirina yekser bi kartêkerina pêvajoya siyasî bi rêya danûstandinên rûbirû li Cinêvê ji bo kêşeya bingehîn gengeşe bibe ew jî mijara operasiyona veguhastina siyasî ye .
Remedan têwerdana hizbulaha tirorist ya aşkere di herêma Qelemûnê de û dorpêçkirina wê ji çend bajarok û hewildana wê ko xelkên wê deverê koçber bike wekû “xizmetekê ji rêjîma Îranê re tako guherîna dîmugrafî li herêmê pêk bînin ya ko gelek herêman ji gundewarê Şamê dinimîne”.
Û daxwaz kir ko helwêsteke Erebî û navdewletî yekbûyî ko daxwaz bike ev milîtanên tiroristî û hemû miltanan li ser xaka Sûriyê derxînin, û daxwaz ji desthilata Libnanî kir ko pêrabûnên pêdivî li bin çavdêriya navdewletî bike tako endamên van milîtanên ji Libnan û Sûriyê nehêlin derbas bibin û tawankarî û kuştinê li gel çeteyên Esed li dijî miletê Sûriyê nekin.
Li ser herdu civînên Astane û Cinêvê Remedan tekez kir ko Astane beraberiyeke siyasî dike bi sedema ko piraniya aliyan Îran wekû dabînger ji çi peymanê re red dikin, got Cinêv negiha asta “operasiyona siyasî ” û heta vê kêlîkê hêj di çarçoveya operasiyonên gotûbêjan di navbera aliyan û nûnerê navdewletî û tîma wî de ye, û heta bi alavên şêwirdariyê yên teknîkî ne pabendî ne, gengeşe di navbera opozisyonê û tîma Netewên Yekbûyî de dibe.
Matmayîna xwe diyar kir li ser pejirandina Netewên Yekbûyî beşdarbûna nêgatîv ya şanda rêjîmê û dîtina tenê amadebûna wê şandê tiştekî giring e, dûr ji naverok û gewherê mijarê û bal kêşand ser ko berdewamiya kar di pêvajoya Cinêvê de bê ko pêşketineke xuyanê û di berdewamiya rêjîmê û hevalbendên wê di êrîşan de û hewildana çareserkirinê bi awayê leşkerî, baweriya gelî pê nema û tê dîtin ko ji hêla rêjîmê û yên piştgiriya wê dikin tête bikaranîn ji bo xeyaleke hebûna operasiyoneke siyasî piştî ko ew ji naverok û gewherê wê derxistin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî