Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê daxwaz ji civaka navdewletî û di serî de Encûmena Ewlekariyê kir, ko bi berpirsiyariyên xwe derbarê xelkên Xûta Şamê ya rojhilat rabin, bi dabînkirina rakirina dorpêçê bi şîweyek yekser ji ser Xûta û hemû herêmên Sûriyê yên dorpêçkirî.
Di Daxuyaniyeke Rojnamevanî ya Hevbendiyê de duh got: “ ji çar salan ve bobelata xelkê Xûta Şamê ya rojhilat a bi sedema dorpêçkirina wê ji aliyê banda Esed û milîsên terorîst yên Îranê berdewam e. ev tawaneke dijemirov e û hêjî dijî xelkên Xûta li pêş çavê tevaya dinyayê pêk tê, hevdem ligel êrîşên firok û topxaneyan ên hovane, û rola firokên Rûsiya di wan êrîşan de sereke ye.“
Her weha çalakvên Sûrî îro êvarî wê bi kampaniyeke ragihandinî rabin li ser malperên danûstandina civakî bi navê (Esed Xûta Dorpêç dike) tako bala xelkê bikişine ser derdê nîv milyon dorpêçkiriyên ko piraniya wan zarok û jin in.
Yên xwe ji kampanya îro re amade dikin çalakvan û ragihênerên Xûta rojhilat in, bi hevkariya komeke berfireh ji çalakvanên hundir û derveyî Sûriyê, da banga xwe bigehînin cîhanê ji bo li ser derdê xelkên Xûta rojhilat yên ko ji sala 2013ê ve hêzên rêjîma Esed ew dorpêç kirine rawestin.
Di daxuyaniyê de hatiye ko “peymana kêmkirina şer ya ko 3 meh di ser re buhirîne ya ko wê rêka bazirganiya azad veke û bihêle alîkarî bigehên Xûta Şamê, heta nuha cîbicî nebûye, rêjîma Esed tu rêbuhêrk venekirine û nehiştiye nexweş û birîndar ji bo çareserkirinê derkevin.”
Çalakvanan di daxuyaniya xwe de destnîşan kirin ko rêjîma Esed hêj 350hezar sivîlî dorpêç dike, û gelek zarok di nav wan de hene, lê nahêle xwarin û derman û pêdiviyên jiyanê yên giring bigehêjin wan.
Çalakvanan di daxuyaniya xwe de daxwaz kirin ko hemû dezgehên sivîl û yên ragihandinî û yên diplomasî kartêker bibin, ji bo rakirina dorpêçê ji ser Xûta ya ko rêjîmê ji 1850 rojî de feriz kiriye.
Ji aliyê xwe ve Dr. Yihya Ebû Yihya yê ji navenda Elhekîm got ko şaxên navendê û hejmara wan 11 ne li Xûta rojhilat “di sê mehên dawî de 9700 zarok pêşwazî kiriye, ji wan 80 zarok bi sedema kêmxwariniya tund û dused zarok ji kêmxwariniya orte nexweş ketine.
Elhekîm got: ko çarhezar zarokên din bi pileyin corbicor hewcedarên xwarinên taybet in ko ev nîşandekeke metirsîdar e.
Xelkên niştecihên Xûta rojhilat derdê birçîbûneke dijwar dikişînin, û ji gava dorpêçê ve pir rojên giran dîtine, dahata darayî ya her malbatekê 50 dolar e, lê rêjeya bêkariyê 70% û rêjeya kêmnirxbûna pereyên Sûrî 900% , eger bi salên berê re bête pîvan.
Li gora nivîsgeha karûbarê mirovî ya bi ser Netewên Yekbûyî ve, dawîtirîn karwanê alîkariyên xwarinê û yên bijîşkiyê û pêdiviyên din di 23 eylûna borî de derbasî sê bajarokan bû, piştî karwanê ko di cehzerana borî de derbas bibû.
Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê