Serokê hêzên Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Ebdul Rehman Mistefa, cext li ser pêwîstiya dabînkirina piştgiriya pêwîst ji bo arîkariya penaberên Sûrî li kampên a’rsal yên li Lubnanê kir, û diyar kir ku ew ji ber barîna berfê di rewşeke mirovî ya zehmet de dijîn.
Ku roja yekşema borî ba û bahozeke berfê bi ser Libnan û deverên rojhilata Derya Spî de barî, û di encamê de rê û rêbarên çûnûhatina bejeyî li çend deverên Libnanê hatin birîn, û bû sedema zêdebûna trajediya bi deh hezaran penaberên Sûriyê yên dibin stargeh û kampên demkî de dijîn.
Û zêdetir ji nîvê penaberên Sûrî li Libnanê, yên hejmara wan bi tevahî digehêjin nîzîkî yek mîlyon kesî, di nava kampan de yan jî di avahiyên kavil de di rewşeke dijwar de dijîn, ji ber kêmbûna alîkariyên têne pêşkêşkirin ji rêxistinên mirovî û navnetewî.
Serokê Hevbendiya Niştimanî got ku “Penaberên di kampa a’rsal de di rewşeke gelekî zehmet re derbas dibin, û kon dibin berfê de mane, û sotemenî pir kêm bûye û rê hatine birrîn”.
Wî cext li ser vekirina bilez ji riyan re û gihandina alîkariyên awarte û dabînkirina çavdêriya pizîşkî ji bo kesên pêwîstdar kir, û bang li Netewên Yekbûyî kir ji bo alîkariya penaberan û sivikkirina barê êş û azarên wan.
Di parçevîdyoke tomarkirî de ji nava kampan, ku çalakvan li ser malperên tora civakî belav dikin, têde penaberek diyar dibe ku di hundirê konê xwe de ji sermayê dilerize, û bang li aliyên pêwendîdar dike ji bo pêşkêşkirina mazotê .
Çalakvanan diyar kir ku piraniya konên di kampê de bi sedema barîna berfa giran rizî bûne, û di dema bahoz berdewam bibe dibe kon biqetin, û banga xwe gihand rêxistinên xêrxwaz ji bo pêşkêşkirina alîkariyan.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê