Emîndarê giştî yê berê yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdililah Fehed daxwaz kir ko Beşar Elesed û hemû kesên destên wan di bikaranîna çekên kîmawî de li Sûriyê heye yên ko komîta bi ser Netewên Yekbûyî ve tekez kiriye, bêne sizakirin.
Ev gotin hat di dema beşdarbûna wî de di kongirê taybet bo çekên kîmawî û mayûnan de yê ko li paytexta Emerîka Waşintonê 19-21 vê heyvê çêbû.
Fehed di beşdarbûna xwe de bi berfirehî hejmara qurbaniyên çekên kîmawî şirove kir û destnîşan kir ko nesizakirina Esed li ser wan tawankariyan ronahiya kesk li ber vekir ji bo bêtir êrîşan li dijî miletê Sûrî pêk bîne.
Û bang li civaka navdewletî kir ko alîkariyeke bilez bi miletê Sûrî re bikin û piştgiriya daxwazên wî yên azadî û rûmetê bikin. Û tekez kir ko ev çênabe eger dadweriya veguhêz misoger nebe, ya ko li pey sizakirina tawankariyên cengê tê.
Komîta navnetewî berpirsiyariya Rêjîma Esed di ber 27 êrîşên kîmawî de ji 33yan tekez kir, ji wan jî êrîşa li ser Xan Şêxûn li gundewarê Idlib ya ko li dora 100 şehîdî tê de çûn, tevlî zarok û jinan. Hevbendiya Niştimanî daxwaz kir ko madeya 21 ji biryara 2118ê cîbicî bibe ya ko dibêje li jêr benda heftan ji peymana Netewên Yekbûyî eger aliyekî çekên kîmawî li Sûriyê bikar anî dê siza li ser feriz bibin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî