Birêveberiya Revendan ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û rikberiya Sûriyê civîneke girtî ya televizyonî digel nûnerên revenda Sûrî li Romanya pêk anî, civîngeran dawîtirîn rewşên meydanî û siyasî yên li welat gengeşe kirin.
Cîgirê serokê Hevbendiyê Bedir Camûs giringtirîn bûyerên siyasî yên dawî û ya sereke vekêşana hêzên Emerîkî ji Sûriyê û damezirandina herêmeke aram û destpêkirina şandyarê navdewletî yê nû Cîr Bîdirson hem jî pêşkevtinên dawî yên dosya komîta destûrî pêşdîtin kirin.
Camûs tekez kir ko Hevbewndiya Niştimanî bi daxwazên miletê Sûrî re ye, bo azadî û rûmetê û veguhastina siyasî ber bi rêjîmeke nû li gora biryarên navdewletî û ya pêşî daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254 û komîta destûrê ya ko ew dergehe bo pirosêsa siyasî li gora pîvanên navnetewî yên rastî û giştî û tirazûkirî.
Serokê revendê yê Hevbendiya Niştimanî Mihemed Yihya Mektebî behsa giringiya kartêkerkirina karê revenda Sûrî li hemû dewletên cîhanê kir, û bi taybetî yên bi dosya tawankariyên cengê ve têkildar in, û rêjîma Esed ew li dijî sivîlan li Sûriyê bikar anîne, ji ber ew rêkxistinên civaka sivîl in.
Mektebî daxwaz kir ko hevdîtinên berdewam navbera herdu aliyan çêbibin, bi amanca hevrêzkariya helwestan , û got ku ew pir giring e. û bi taybetî bo çalakiyên di biwarê mafê mirovan û xebat û danîna qurbaniyan ji hêla miletê Sûrî ve, bo azadî û rûmeta xwe bidest bixe
Nûnerên revenda Sûrî li Romanya gotin ew bi pirinsîbên şoreşa Sûrî pabend in, ta veguhastina siyasî pêk bê û rêjîmeke nû li ser bingeha dadwerî û wekheviyê bête damezirandin.
Her weha tekez kirin ko ew amade ne beşdarî hevrêzkariyê digel Hevbendiya niştimanî de bikin, derbarê çalakiyên taybet ên şoreşa Sûriyê, û yên li ser tawankariyên cengê yên ko rêjîma Esed der heqê sivîlan pêk tîne.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî