Di pirojeyê “Daraştina Siyaseta Giştî Ya Hevbeşkarî“, Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê bi hevkariya desthilata demkî û peymangeha dîmuqratî ya niştimanî “NDI” li Istanbulê, îro simînarek lidar xist, li ser astengiyên têne himber kerta tendiristiyê li herêmên rizgarkirî di dema berdewamiya rêjîma Beşar û milîtanên pê re di armanckirina kadirên tendiristiyê de.
Di rûniştina yekem ji simînarê sê tewer hatin pêşkêşkirin, a yekem pêdiviyên karta tendiristî û rewşa nexweşxane û navendên tendiristiyê û nexweşxanên meydanî û navendên çareserkirina fîzyayî û dermanxane û alavên bijîşkî.
Tewerê duyem babeta çêkirina dermanan û arîşeya dermanên qaçax û kêmbûna derman û kampaniyên vaksînan û kontrol û çavdêriya karê nexweşxanan û yê rêkxistinên di karta tendiristiyê de li herêmên rizgarkirî kar dikin.
Tewera sêyem ya rûniştina yekem li ser kadirên mirovî ji doktoran û berdestên wan û dermanfiroşan heta bi kêşeya guhdana rastî ya bi fêrkirinê ya kerta tendiristiyê û girêdana wê bi pêdivî û pereyên li hember çareserkirinê tên standin .
Rûniştina duyem ya simînarê derbarê peywendî û hevrêzkariya di navbera desthilatê û rêkxistinan de bû, û daxwazên desthilatê ji rêxistinan, her weha daxwazên rêkxistinan ji desthilatê, û hevrêzkarî di navbera wan û desthilata demkî de, û di pey re li ser bingehên şirîkatî û hevrêzkarî û çavdêriyê bû.
Û emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî Ebdilîlah Fehed, pêşinyar kir ko hevdîtin bi navê doktorê şehîd Elî Derwîş be, yê ko berî çend rojan şehîd ket, di çaxê ko birîndar rizgar dikirin. wek rêzgirtinê jê re û ji bijîşkên jiyana xwe didin re di ber rizgarkirina niştecihên ko ji hêla rêjîmê û milîtanên Îranî têne amanckirin.
Wezîrê tendiristiyê yê desthilata Sûrî ya demkî Mihemed Firas Elcindî tekez kir ko rêjîm û hevalbendên wê dezgeh û baregehên tendiristiyê bi mebest û şêweyekî rêbazkirî li herêmên rizgarkirî bombebaran dikin. Û wezîr destnîşan kir ko giringtirîn pirsgirêkên tendiristî li herêmên rizgarkirî û ji wan jî pirbûna rêkxistinên bijîşkî yên ko bi şêweyekî nerêkxistinî kar dikin, û navendên hînkirina bijîşkî li hindir nîn in, û nebûna taybetmedarên hin nexweşiyan û kêmbûna pir ya dermanan.
Her weha pispor Dr. Wecîh Cuma li ser pêşindeyên xizmetkariyên tendiristî axivî, ji nav hemû xizmetên ko li herêmên rizgarkirî hatine pêşkêşkirin, û dibîne ew giringtirîn bingehên ku xelkê bi xaka wan ve girêbide. Cuma got ku xizmetên tendiristî ji hîmên bingehîn e yê çesipandina rewatiyê, û piştgir e ji çareserkirina siyasî re û giringtirîn fakterê aramiyê ye.
Hevbendiya Niştimanî dê du kargehan pêk bîne di heman pirojeya (Daraştina Siyasetên Giştî Yên Hevbaşkariyê) de, li Xazî Entab û herêmên Mertala Ferat.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî