Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Uqab Yehya, razîbûn û dilxweşiya xwe diyar kir ji biryara Almaniya ya ku têde Hizbulah wek rêxistineke terrorist radigihîne, û tavaya çalakiyên wê li ser xaka Almaniya qedexe dike û radiwestîne.
Û Yehya tekez kir ku milîsên Huzbulah bi dirêjiya 9 salan di kuştina gelê Sûriyê de beşdar in, û ew yek ji destekên Iranê ye, ya bûye sedema tevlîhevî û nearamiya deverê.
Û dewletên din han dan daku gavên mîna ya wê bavêjin, jiber gavên weha dibin alîkar di dorpêîkirina vê partîya mezhebî û terroristî de, û miçiqandina kaniyên wê yên diravî yên ku bi rengekî sereke xwe dispêrin bazirganiya madeyên hişbir û pêkanîna tewanan.
Û Berdevkê bi navê wezîrê navxwe yê Almanî, Sitîv Eltir, di riya tiwêterê re îro got ku, Wezîrê Navxwe yê Almanî Horist Zîhovir, tekezî li ser qedexekirina partiya Huzbulah ya terrorist kir, û got ku heya di demên aloziyan de jî, serweriya yasayê dikare biryaran cîbicî bike.
Û di heman demê de alavên ragihandinê yên Almanî, tekez kirin ku hêzên ewlekariyê yên Almanî êrîşî çar komeleyên olî li Berlîn, Dortmond, Mokstir û Brêmin kirin, ji ber ew bawerin ku têkliyên wan ên yekser û kûr bi milîsên Huzbulah yên terorî re hene, bi armanca binçavkirina 1050 endamên metirsîdar ên wê partiyî yên guman li ser wan hene, ku mana wan li Almanya cihê metirsiyê ye.
Û ev biryara almanî piştî çend heyvan ji birareke mîna wê ya hikûmeta Birîtanî derxistiye hat, biryara ku hemû çalakiyên diravî û civakî û benkeyî yên ku di riya Milîsên Huzbulah ên terrorîst li ser xaka Birêtaniya qedexe kirin, û biryara Birêtanî hemû dahatên diravî yên partiyê û piştgir û alîgirên wê yên di benkan de sekinandin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrtî