Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê komkujiya ko roja pêncşembê li gundewarê Dêra Zorê derheqê sivîlan de bi destê hevpeymana navdewletî çêbû pirotesto kir, û hemû behaneyên pêkanîna wan komkujiyan red kirin.
Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniya xwe de daxwaz kir ko vekolîneke tekûz û giştî di hemû operasiyonên hevpeymana navdewletî de çêbibe, û lêpirsîn digel berpirsiyarên wan komkujiyan de bibe, û kesên ziyan li wan bûye bên qerebokirin.
Di êrîşên Hevpeymana navdewletî yên li ser bajarê Elşe’êfat li gundewarê Dêra Zorê, 13 kesên sivîl piraniya wan zarok in şehîd ketine, û Hevbendiyê destnîşan kir ko ew êrîş ji hewildanên hevpeymana navdewletî ne ko bermayên rêkxistina Daiş li Sûriyê berî vekêşana Emerîkî bidawî bikin, û ji ber wê hêzên hevpeymanê êrîşên xwe gûr kirine.
Hevbendiya Niştimanî got ku divê operasiyonên di vê dema hestiyar de li herêmên rêkxistina Daişê hûrbîn bin, û nayê pejirandin ko sivîl buhayê lezkirina wan bidin, ko jiyana xelkê wisa arzan dikin, û gerek hevpeymana navdewletî bi hemû aliyên xwe ve berpirsiyariya tekûz ya kuştina sivîlan hilgire.
Hevbendiya Niştimanî daxwaz ji hevpeymana navdewletî kir ku bi hemû aliyên xwe ve berpirsiyariya tekûz ya kuştina sivîlan hilgire.
Hevbendiya Niştimanî destnîşan kir ko ew rewşa tevgerên hevpeymana navdewletî li Sûriyê dişopîne, û artêşa Sûrî ya azad bi hevrêzkariyê digel aliyê Tirkî re pilanan datînin, da nehêlin tiştê ne li ser balê çêbibin, û çi pêşveçûnên neyînî yên valahiya ko hêzên Emerîkî li pey xwe li Sûriyê bihêlin dagirin, bi taybetî gava bêhevrêzkarî çêbibin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî