Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê daxwaz kir ko êrîşên hevpeymana navdewletî yên ko herêmên gundewarê Dêra Zorê amanc dikin rawestin, û tekez kir ko êrîşên duhî pêncşembê li ser bajarokê Elsûse li gundewarê Dêrê 18 sivîl ji nav wan 10 zarok şehîd kirine.
Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniya xwe de got giring e vekolîn di vê kuştarê û hemû kuştarên derheqê sivîlan de dibin bibe, û divê dubare nebin û berpirsên wan bêne sizakirin.
Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser vê Komkujiya ko piştî zincîreke komkujî di rojên bûrî de çêbûne hat, û diyar kir ko bombebarana hevpeymanê 30 sivîl di êrîşekê de li bajarê Hecîn şehîd xistine, her weha girtiyên sivîl li zindana nêzî bajarok hatine kuştin.
Destnîşan kir ko pêzanînên ji herêmên gundewarê Dêra zorê, yê li bin dorpêça hindirîn û ya derve bi derengî tên, û tekez kir ko hemû xizmetên bingehîn ji wan jî yên bijîşkî nîn in.
Jêder: Birêveberiya Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî