Ofîsa têkiliyên derve ya Hevbendiya Niştimanî, îro roja pêncşemê ligel Şêwirmendê balyozxaneya Çînê li Enqera, Şîng Wîhwa kom bû, û bi hevre pêşdeçûnên dawiyê yên meydanî li Sûriyê û berdewamiya Rijêmê li ser rêbaza xwe ya leşkerî û tevlî pêşhatên fayilê siyasî gengeşe kirin.
Herwiha di hevdîtinê de ya bi amadebûna serokê Hevbendiyê Ebdulrehman Mistefa, bikaranîna berdewam ya çekên kêmyayî ji aliyê Rijêmê, û guhertina giring ya helwesta Çînê ya li vê dawiyê li konseya ewlekariyê hat gengeşekirin, ku Bekînê daxwaza encamdana lêkolînên navdewletî derbarê bikaranîna çekên qedexekirî û dadgehkirina bikarhênerên wê kiribû.
Mistefa hêviyên xwe yên ji bo avakirina tikiliyên mikom ligel Çînê anîn ziman, herwiha li hember karê hevbeş yê ji bo dadgehkirina tawanbarên şer li Sûriyê, bi rêka piştgirî û aktîvkirina karê dadgeha tawanên navdewletî, û dît ku ev yek wê rê xweş bike li pêşiya pêvajoyeke siyasî ya rasteqîn heta bigehêje çareseriyeke siyasî û parastina xaka welat, û derfetan li pêşiya hevpeyvîneke giştgir li Sûriyê û dubarebûna avedankirinê peyda dike.
Ebdulehed Stêfo, serokê ofîsa tikilyên derve, bal kişand ku serederiya Hevbendiya Niştimanî û desteya danustandinê ligel piroseya danustandinên Cenêv bi awayekê erênî bû, û herwiha hewl dan ji bo pêkanîna sazan û hevdengiyeke navdewletî derbarê çareseriya siyasî ligor daxuyaniya Cenêv û biryara 2254, û bal kişand ku ev yek ligor şehdebûna şandarê navdewletî Staffan de Mistura û piraniya dewletên endam yên li konseya ewlekariyê hat.
Stêfo dubare tekez kir ku Rijêm û hevalbendên xwe ne di wê astê de bûn ji ber baweriya bi yekalîkirina leşkerî, û bal kişand ku ew yek xuya bû bi rêka berdewamiya Rijêmè di kuştin û koçberkirina neçarî û dorpêçkirinê û bombebarankirina xalên pizîşkî û karmendên karên mirovî.
Hadî Elbehra, endamê ofîsa têkiliyên derve û desteya siyasî, ji aliyê xwe ve got ku ji kiryarên Rijêmê yên bi piştgiriya hevalbendên wê, xuya dibe ku çi guhertin nîne derbarê fayilê Sûriyê di syratîjiya wan ya leşkerî de, û got: ku “ev yek xuya dibe bi rêka berdewamiya bikaranîna zibruzenga li dijî sivîlan û koçberkirina wan û pêkanîna guhertina demografî, tevlî derxistina yasayan, wek yasa dawiyê ya hejmar 10 ya ku gefê li hemwelatiyan dixwe bi standina milk û malên wan û qedexekirina vegera koçberan li ser cih û warên xwe”.
Ji aliyê xwe ve, şêwermendê Çînê nameyek ji wezîrê derve yê Çînê Wang Yî, radestî serkirdayetiya Hevbendiya Niştimanî kir, û têde giringîpêdana Çînê ji yekparçebûna Sûriyê re, û bawariya wê bi çareseriya siyasî wek take bijarde bo çareseriya kirîza Sûriyê û piştgiriya destpêşxeriyên navdewletî dupat kiriye, û tevlî tekezkirina helwesta Bekînê ya li dijî bikaranîna çekên kêmyayî û bikaranîna hêzê di têkiliyên navdewletî de.
Serokê Hevbendiya Niştimanî di dawiyê hevdîtinê de daxwaza giringiya yekgirtina konseya ewlekariyê û dadgehkirina sercem tawanbarên şer li Sûriyê û bi taybetî tawanên taybet bi bikaranîna çekên kêmyayî kir, û gunehbariya Esed bi bikaranîna çekên kêmyayî rast derketiye, û herwiha cext kir li ser giringiya raguhestina fayilê Sûriyê bo dadgeha tawanên navdewletî, û ev yek bi beşekî serekî yê çareseriyeke siyasî ya tekûz dît.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî