Cîgira serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê Selwa Iksoy got ku berdewamiya Rûsya di piştgiriya êrîşên leşkerî de li dijî sivîlan, nikare bihêle miletê Sûrî dev ji daxwazên xwe yên azadî û rûmetê û rûxandina rêjîmê berde.
Herêma Xûta rojhelat li gundewarê şamê ji mehekê ve ketiye ber operasiyoneke leşkerî bi destê hêzên rêjêmê bi piştgiriya asmanî ya Rûsî, tev ko biryarek ji Encûmena ewlehiyê bo agirbestê û derbaskirina yekser ji alîkariyan re bo xelkê derketiye.
Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî îro înê civînek lidar xist, têde pêşveçûnên meydanî yên dawî û tawankariyên derheqê sivîlan de çêdibin û bikaranîna gaza kilora jehrîn gotûbêj kirin.
Iksoy piştî civînê got ‘’ kuştin û komelkujî yên ko derheqê xelkên Xûta rojhelat pêk tên, me ji daxwaza me ya guhertina giştî li Sûriyê heta em bigehên rûxandina rêjîmê venakişînin.‘’
Iksoy got: ‘’Gelê Sûrî rêka paşketinê nas nake, û hewildanên ko rêjîmê biser bixin biser nakevin.‘’ û tekez kir ko ew sûr in li ser azadî û rûmetê û pêkanîna dewleteke dîmuqratî ko ew çareseriya bi tenê ye ji tiştên ko li Sûriyê çêdibin re.
Her weha tekez kir ko mana Mosko di rêza rêjîma Beşar û hemû tawankariyên cengê de, ew ê ziyandara mezin be, û ew tawankar dê li dadgehên navdewletî bêne sizakirin.
Bal kişand ser ko bêçarebûna navdewletî hember rizgarkirina zarokên Xûta dê şermezariyek be li ser aniya mirovahiyê, û dê nîşaneke aşkere be ko giring e guhertineke bingehîn di rêkxistina navdewletî de bibe, tako bihêle ew karibe ewlehî û aştiya navdewletî biparêze.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî