Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, kuştara ko hêzên Hevpeymana Navdewletî li gundê “Elcîne” li gundewarê Helebê yê rojava roja pêncşembê 16 adarê pêk anîn bi amanckirina mizgeftekê , û di encama êrîşan de 57 kes şehîd ketine û bêtir ji 100 kesî birîndar bûne pirotesto kir.
Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniya xwe de got ku êrîşan sivîlên bêguneh amanc kirine û got ku giring e kesên destê wan têde heye siza bibin. Û destnîşan kir ko ew êrîş ne ji ber şaşiyekê yan nezaniyekê bû, lêbelê ew kuştin bi mebest bûye, û divê tawankarî ji hêla hemû aliyan bête pirotestokirin, û vekolînek bilez têde çêbibe û berpirs bêne sizakirin.
Hevbendiya Niştimanî destnîşan kir ko tiştê çêbûye“ ji Sûriyan re eşkere dike bê çi qas lawazî di karê Hevpeymana Navdewletî de û rola wê de li Sûriyê heye. Hem jî tirs heye ko Hevpeymanî li gora dagîrkerên Rûsî ji bo parastina rêjîmê û piştgiriya wê dilive, û tiroristiyê û jêderên wê armanc nakin, û di lêdana miletê Sûrî de berdewam e.”
Daxuyaniyê anî ziman ko “Gerek cîhan zanibe, çi hewildana beraberiya tiroristiyê, rêjîmê û milîtanên hevalbendên wê nake cihê guhdanê, tekez kir ko bêtir dihêle tiroristî belav bibe û behaneyên wê xurt bike. “
Her weha Hevbendiy; tekez kir ko “Rêjîma Esed jêdera tiroristiyê û sedema çêbûna wê ye û eger pêrabûnên tund ji bo zuhakirina jêderên tiroristiyê û tunekirina wê nebin, dê tiroristî her û her berdewam be.”
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî