Sikirtêrê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê rêz û sipasî ji bo Xizmetkarê Herdû Perestgehan, û cihneşîn, û cihneşînê cihneşînê qeralê Erebistana Si’ûdî Elî Hesen pêşkêş kir, li ser mihavandarî û çavdêriya Heciyan bi giştî û heciyên Sûriyê bi taybetî.
Fehid diyar kir ku komîta bilind ya hecê ji bo sala bê, girêbestên hecê yên tevahiya para hecacên Sûriyê ligel wezerata hecê ya Erebistana Si’ûdî, di hevdîtinêkê li gel karsparteyê wezareta hecê û nûnerên wezaretê emza kirine.
Ew hevdîtin bi xwendina fatîheyê destpê kiribû, li ser canê şehîdên şoreşa Sûriyê yên canê xwe ji dest dane li ser destê hêzên Rijêmê û Rûsiya û çeteyên Îranê, û herwiha li ser canê şehîdên oparesyona “bahoza Elhezem”, ya bi serkêşiya Erebistana Si’ûdî pêktê li dijî milîsên terorîst yên Hûsiyan yên Îran palpiştiya wan dike.
Û Fehed yê serokatiya Komîteya Bilind Ya Hecê dike, tekezî li ser giringiya pêşkêşkirina hesankariyan ji bo her Sûriyê dixwaze sala bê biçe hecê kir, û herwiha tekezî li ser zêdekirina nivîsîngehên tomarkirina navên heciyan kir, ku hejmara heciyên Sûriyê yên sala 2016 gihişt nêzîkî 12 hezar hacî, û komîteya Hecê take karsiparteya berhevkirina kaxez û daxwaznameyên hecxwazan e, û hîç aliyek din li Sûriyê heta rijêma Esed jî, hîç desthilat di destê wê de nîne der barê çûna Hecê.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê