Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, hewldanên serokê Amerîka Donald Trump ji bo yasayîkirina dagîrkariya Îsraîlê li ser xaka Colanê bi binpêkirineke navnetewî li gorî yasa daristanê” dît, û hişyarî da civaka navnetewî li ser “encamên bêdengiya li ser axiftinên derheqa yekîtî û yekparçebûna axa Sûriyê “.
Hevbendiya Niştimanî, îro înê di daxuyaniyeke desteya xwe ya siyasî de got ku “her hizrek ji her alîyekî ji bo yasayîkirin û rewakirina dagîrkariyê û destdanîna li ser xaka welatan bi hêza leşkerî dibe binpêkirinek ji yasa navnetewî re û bikaranîna yasa daristanê, û karekî li dijî biryarên Konseya Ewlekariyê” dît.
Hevbendiya Niştimanî dakokî kir li ser şermezarkirina her karekî ji bo “kêmkirina mafên gelê Sûriyê û serweriya wî li ser tevaya xaka welatê wî “, û got ku bi “çi awayî ew yek qebûl nabe”.
Û dît ku daxuyaniya Serokê Amerîka “riyeke rasterast vedike ji bo şikandina stûnên yasa û biryarên navnetewî,” û bal kişand ku ew daxuyanî “dibe binpêkirinek ji prensîbên damezrandina Netewên Yekbûyî, bi taybetî neqebûlkirina dagîrkirina axa welatên din bi darê zorê”.
Di daxuyaniya Hevbendiya Niştimanî de hat ku “mafên gelan û destûr û yasaya navnetewî, ne meydan in ji bo derbaskirina plan û rêklamên hilbijartinan, nejî gotinên qelew û lîstekên siyasî ne”.
Her wiha tekez kir ku çi”hewl yan amajepêdana derfetên ji bo rewakirina dagîrkariyê, wê rê ji bo cîhaneke bêyasa veke” û bal kişand ku “wê hemû riyên yasayî li pêş xwedan maf û koçber û bindestan ji bo bidestxistina mafên xwe bigire, û wê agirê herêmê gur bike”.
Hevbendiya Niştimanî hişyarî da civaka navnetewî li ser “bêdengiya li ser daxuyaniyên li ser yekîtî û yekparçebûna sûriyê û bandora van daxuyaniyan li ser siberoja herêmê û proseya siyasî û saziya navnetewî”, û tekez kir ku milet “nabin berpirsyar li hember têkşikestina civaka navnetewî li hember bicihnekirina biryarên xwe û dîtina formulên hiqûqî yên ji bo aktivkirina biryarên xwe li ser zemînê, û vegerandina mafên mafdaran”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî