Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê îro roja yekşemê li bajarê Rihayê “Orfa” yê Tirkiyê, hevdîtinek ji bo lihevguhdarkirinê li gel serkirde û nûnerên çend çalakiyên sivîl û leşkerî yên parêzgeha Dêrazorê pêk anî, û têde dumahîk guhertinên rewşa meydanî li parêzgehê û rêkarên berdest ji bo sivikirina barê xemên sivîlan yên bi sedema şer û pevçûnên dibin bi serkêşiya Rijêmê û bi piştgiriya Rûsiya ji aliyekî ve û ji aliyekî din ve yên hêzên “QSD” ên bi piştgiriya Amerîka li dijî rêxistina DAIŞê hatin gengeşekirin.
Serokê hikûmeta demkî Cewad Ebû Heteb di hevdîtinê de got ku Rûsiya rêveberiyên xwecihî yên lawaz çêdike, ewên ku nûnertiya xelkê nakin û yekser bi Şama di destê Esed de ye girêdayî ne, û ev yek bi tenê pirojeyekî “xweşikirinê” dît, û daxwazên gelê Sûriyê yên bidestxistina rûmet û azadiyê û rûxandina Rijêmê dabîn nake.
Ebû Heteb bal kişand ku encûmenên xwecihî yên ji aliyê milîsên “QSD” hatine berhevkirin, nûnertiya nişteciyan nakin û li jêr armanc û berjewendiya PYDê û çekdarên wê têne çêkirin, û tekez kir ku hikûmeta demkî têkiliyan li gel sercem nûnerên çalakiyên sivîl pêk tîne bi armanca dirustkirina encûmenên xwecihî yên rasteqîne û hilbijartî yên nûnertiya daxwazên şoreşa Sûriyê dikin.
Ebû Heteb cext li ser wê yekê kir ku wêneyên tên dîtin yên sivîlên ji şerên li Dêrazorê bazayî li kampên biyabanê “dil diêşînin û berovajî rewiştên mirovahiyê ne”, û tekez kir ku tiştê di derheqê wan de dibe “tawanên şer û yên dijemirovahiyê ne, û berpirsyarî xist stûyê Rûsiya û Amerîka yên piştgiriya hin aliyan dikin ku xema wan bi tenê dirav in, û hîç guh nadin çarenivîsa sivîlan.
Ji aliyek din, U’qab Yihiya endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî diyar kir ku armanc ji vê hevdîtinê komkirina hêzên xebatkar ên Dêrazorê û rêkupêkirina rêzên wan e, ji bo piştgiriya xelkê parêzgehê li dema derfet li pêşiya wan vebin bikin, û tekezî li ser giringiya rêveberiya parêzgehê ji aliyê xelkê wê ve kir, û herwiha divê karê wan têkeve berjewndiya sivîlan û ne ji bo armancên siyasî û ecindayên derekî be.
Yihiya careke din tekez kir ku hikûmeta Sûrî ya demkî nûnerê rewa yê opozisyona Sûriyê ye, û daxwaza radestkirina rêvebirina sercem navçeyên rizgarkirî bo tîmên wê kir, û rê li pêşiya rêveberiya wan ji aliyê milîsên leşkerî ve bêne girtin, û bi dawîkirina dana rewatiya navdewletî ji rêveberiya wan re, û dît ku ev yek dibe perdeyek ji bo encamandana tawanan li dijî sivîlan.
Rêveberê Yekîneya Hemhengî û Piştgiriyê, Mihemed Hisno, got ku Yekîne nikare xwe bigihîne koçberên Dêrazorê yan sivîlên wan navçeyên di bin destê DAIŞ de, ji ber ku hin rêxistin û milîtan rê nadin, û herwiha bal kişand ku ew piştgiriyê didin hemî parêzgehan bêcudahî ji bo girêdana bakur û başûrê welat û girtina rê li pêş hewlên parçekirinê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî