Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya sûrî, civaka navdewletî hişyar kir , ku rêjîm nîrên heyî derfet bibîne û dest bi oparasiyoneke leşkerî li parêzgeha Deraa bike, û piştgiriya xwe ji xelkên Deraa re li dijî hêzên rêjîmê tekez kir.
Û Hevbemdiya Niştimanî dît ku Tevgera leşkerî ya rêjîmê li başûr dike, û anîna Milîsên Îranî û belavkirina wan li heremê, gaveke ber destpêkirina şer de ye, û em dibînin ku destpêka rewşeke metrsîdar e.
Û Hevbendiya Niştimanî daxwaz ji hemû aliyên sereke di civata Navdewletî de kir, da ku bi pêrabûnên xwe li dijî gavên ku rêjîm amdekariyê jê re dike rabin, daku rewş têkneçe û bêserûberî çênebe.
Hevbendiyê ragihand ku baweriya wê bi rîsipiyên Deraa tê, û piştgiriya xwe ji wan û nerîn û biryarên wan re tekez kir, û hişyarî da derbarê xapên rêjîmê û binpêkirinên wê ji lihevkirinan re.
Û hevbendiyê cext kir ku hemû bihaneyên rêjîm pêşkêş dike nayên pejrandin, û got ku rêjîmê berî her kesî dest bi çandina bêserûberiyê, wêrankirinê, girtinê, koçberkirinê, û binpêkirina peymanan kir.
û Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de got ku xwepêşandamên ji cûrcecûr aliyên Horanê derketine daxwaza xelkê û nerazîbûna wan ji gef komkirina leşkeran û hebûna Milîsên Îranî li deverê tîne ziman, û bal kişand ku ew xwepêşindanên Deraa hatin da ku tekez bikin ku xetîra Şoreşê hîn di dil û mejiyê ciwanan de dadayî ye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî