Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê di daxuyaniyekê de duh berdewamiya hêzên Esed û hevalbenda wan Rûsya di bombebarana gundewarê Idlib û Şamê de pirotesto kir, û hişyarî da ko hêzên hevbeş siyaseta kuştin û derbiderkirinê berdewam bikin.
Daxuyaniyê anî ziman ko ‘’ Dagîrkerên Rûsî û hêzên rêjîmê di tawankariyên xwe de li ser xaka Sûriyê berdewam in, û roja sêşembê 30 heyva çilê paşî û rojên berî wê nimûneyine ji tawankariyên bêhempa bûn li gundewarê Idlib û Şamê û herêmin din li Sûriyê.‘’
Hevbendiya Niştimanî bêtir got ko kuştina berdewam digel her êrîş û bombebaranê ye, û gelek wêranî û bêserûberî û derbiderî û koçkirin heye, û roj bi roj ji cîhanê re diyar dibe ko rêjîma Esed û hevalbendên wê Rûs û Îranî ji kuştin û tawankariyan pêve nizanin, û çi tevgera li ser asta siyasî, tenê dengpêxistinek ragehandinî ye ji bo wendakirina demê.
Hevbendiya Niştimanî hişyarî da ji gûrbûna şer û tawankariyên Rûsya di rojên dahatî de, çimkî pirojeyê ko Rûsya jê re plan kiribû tako li ser miletê Sûrî feriz bike li kongirê Sotşî yê ko dawiya meha borî lidar ket têk çû.
Daxuyaniyê piraniya tawankariyên ko rojên borî li gundewarê Idlib pêk anîbûn û di encamê de roja duşemê 16 kes li bazara şînkayî li Erîha şehîd ketin û bi dehan sivîl birîndar bûn û hemû jî yên derbider in xist hustê rêjîma Esed û Rûsya de. Her weha berî du rojan firokan bajarê Seraqib amanc kir û di encamê de bêtir ji 10 kesan şehîd ketin û bi dehan sivîl birîndar bûne.
Daxuyaniyê got ko ev tawankarî eşkere dikin ku Rûsiya bi hemî karînên xwe bi piştgiriya rêjîmê û milîtanên wê ve mijûl e, di riya têgihiştineke şaş ji çareseriya siyasî re, û riftarên wê berovajî lihevkirinên kêmkirina şer û ragihandina agirbestan û rawestandina bombebaranê ne.
Hevbendiya Niştimanî ji Encûmena Ewlehiya Navdewletî xwest ko van komkujiyan û yên pê radibin pirotesto bike. û bi hemû şêweyan peyketina wan bike, û kar ji bo parastina sivîlan bike, û çareseriyeke dadwer ko hêviyên milet li gora biryarên navdewletî pêk bîne feriz bike.
Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniya xwe de tekez kir ko ‘’dagîrker ji berpirsiyariya tawankariyên cengê yên li Sûriyê dikin rizgar nabin, û dê peyketin û lêpirsîna wan bibe li ser hemû tawankariyên derheqê miletê Sûrî de kirine.’’
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî