Berpirsiyarekî Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê tekez kir ko ji civaka navdewletî tête xwestin ko parastina sivîlên Sûriyê dabîn bike û herêmên aram ji wan re peyda bike ko rêjîm û hevalbendên xwe wan bombebaran dikin.
Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Hadî Elbehre got ‘’ji mafê Sûriyan e bêne parastin û cihên aram bo wan çêbibin. ‘’
Û ji pêlên penaberiyê yên bêwêne hişyarî da civaka navdewletî û got: ‘’Eger civaka navdewletî bi lez tevnegere tako sînorekî ji operasiyonên rêjîmê û hevalbendên wê re deyne û pirosesa siyasî ya rawestiyayî bimeşîne, û eger ne wisa be gerek xwe ji mezintirîn pêla penaberiyê re xwe amade bikin ‘’
Ev hat di heman dema ko hêzên rêjîmê û Rûsya êrîşên asmanî ji 26 nîsana bûrî de li ser herêmên sivîlan û bargehên zindîdar amanc dikin, û ev mijar bû sedema ketina bi sedan şehîd û birîndaran, û wêranbûna nexweşxane û bargehên giştî.
Desteya giştî ya Hevbendiya Niştimanî di civîna xwe ya dawî de encamên gûrkirina êrîşên leşkerî li ser Idlib û gundewarê wê gotûbêj kirin, û endamên desteya giştî dibînin ko operasiyonên bombebarana hovane ji civaka navdewletî re tekez dikin ko rêjîm guhdanê li pirosesa siyasî nake an bi çi çareseriya siyasî ko xwîna sivîlan biparêze an derdê wan sivik bike.
Hevbendiya Niştimanî daxwaz ji Netewên Yekgirtî kir ko operasiyonên bombebaranê pirotesto bike û lêpirsînê ligel berpirsiyaran bike, û dosya Sûrî ber bi dadgeha tawankariyên navdewletî bişîne, daxwaz kir ko peymana Idlib bête parastin û bi bendên wê pabendî hebe û agirbest li xaka Sûriyê bi tevayî misoger bibe.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî