Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê tekez kir ko ezmîneke exlaqî îro li pêşiya Encûmena ewlehiya navdewletî heye ku wê endamên wê li ser pirojeyeke agirbesta 30 rojî li Sûriyê deng bidin.
Herêma Xûta rojhelat li gundewarê Şamê di sê rojên borî de ketiye ber êrîşeke dijawr de ji hêla rêjîmê û hevalbendên wê ve, di encamê de bi sedan sivîl ji nav wan zarok û jin şehîd ketine.
Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî Nezîr Elhekîm got: ‘’ têkçûna Encûmena ewlehiyê di pêkanîna karûbarên xwe nema tête pejirandin‘’, û got ku dengdana îro li ser pirojeyê biryarê ezmûneke exlaqî ye û têkçûna wê dê rastgoya rêkxistina navdewletî lawaz bike.
Elhekîm tekez kir ko Hevbendiya Niştimanî amade ye ko zanyariyan derbarê rewşa mirovî li herêmên Sûriyê û ya sereke Xûta rojhelat bide rûniştina Encûmena ewlehiyê.
Elhekîm bal kişand ser ko tiştê li bajar û bajarokên Sûriyê bi taybetî li Xûta rojhelat çêdibe, diyar dike ku rêjîm û yên piştgiriya wê dikin bi hemû destpêşxeriyên siyasî û pêvajoya pirosêsa siyasî û ya danûstandinên Cinêvê dilîzin, û berdewam kir û got: ‘’ nuha gog di lîstikgeha Encûmena ewlehiyê de ye, û îro em li benda bersivê ne.‘’
Pirojeyê biryarê yê ko Kiwêt û Siwêdê amade kiriye,têde hatiye ku hemû operasiyonên derxistina nexweûşan û gihandina alîkariya mirovî bo herêmên dorpêçkirî û yên ziyan li wan bûye.
Balyoza Emerîkî ya libal Netewên Yekgirtî Nîkî Hîlî, daxwaz kir ko pêrabûnên bilez bibin tako sivîlên Xûta rojhelat rizgar bibin, destnîşan kir ko dem hatiye ko pêrabûnên yekser bikin ji bo zarok, jin û zilamên ketine ber êrîşên rêjîma Beşar Elesed ya hov rizgar bikin.
Wezîrê derve yê Firensî Can Îf Lodiryan di daxuyaniya wezareta derve ya Firensî de îro sêşembê tekez kir bombebarana li ser Xûta rojhelat dijberiyeke metirsîdar re ji yasaya mirovî ya navdewletî re û binpêkirina wê ye.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans