Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, tekez kir ku Rijêma Esed bûye metirsiyek ji Tirkiyê û tevaya deverê re, bi heman asta metirsiya wê ji Sûriyê re.
Û hevbendiya niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de cext kir ku herdû artêş, Artêşa Niştimanî ya Sûrî û Artêşa Tirkî, dijî heman dijminî şer dikin, ji bo parastina Sûriya û Tirkiyê û gelên wan, û got ku xwîna şehîdên artêşa Tirkiyê yên leheng, xwîna me ye, şîna wan ya me ye, û ew xwîn bi erzanî nayê berdan.
Û hevbendiya niştimanî bal kişand ku vê rijêma tirsonek dê ev tewankariya xwe ya doh pêk neanîba; eger Rûsiya destûr nedabayê û pişta wê negirtiba, Rûsiya ku binpêkirina soz û peymanan bûye rewişta wê, û ti rê ji bilî bikaranîna hêzê; ji rawestandina tewanên rijêmê re tune ye.
Û Hevbendiya Niştimanî, sersaxiya gelê Tirkiyê yê bira û malbatên leheng û şehîdên artêşa Tirkiyê yên doh li gundewarê Idlibê ji encama êrîşa kirêt ya rijêma Esed a tewankar û sopnserên wê yê rûsî jiyana xwe jidest dane kir.
Û Hevbendiya niştimanî daxwaz ji cîhana azad bi tevaya dewlet û saziyên wê ve tevlî hevpeymana NATO kir, ku devereke dijfirînê li bakurê Sûriyê ava bikin, û li kêleka Artêşa Niştimanî ya Sûrî û artêşa Tirkiyê rawestin, û piştgiriyeke rastyeqîn bidin wan, da karibin rijandina xwîna sivîlan rawestînin, û penaber vegerin malên xwe, û aştî li deverê peyda bibe, û dever dûrî sînaryoyên ku heye bobelatan bînin bibe.
Jêder: Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî