Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê kargeheke kar îro li Istanbûlê li dar xist, ji bo “birêvebirina bajarê Reqa piştî rizgarkirina wî ji Daişê.”
Serokê Hevbendiya Niştimanî Riyad Sêf û emîndarê giştî Nezîr Elhekîm û serokê desthilata Sûrî ya demkî Cewad Ebû Heteb û serokê Encûmena xwecihî ya bajarê Reqa Seed Şiwêş û çend endamên desteya siyasî û desteya giştî yên Hevbendiya Niştimanî û nûnerên dewletên hevalên Sûriyê lê amade bûn.
Serokê Hevbendiyê Niştimanî Riyad Sêf tekez kir ko Hevbendiya Niştimanî ew aliyê tenê ye yê ko kar pê tê sipartin, ji aliyê rewayî ve, li ser daxwaza Erebî û Navdewletî ji bo birêvebirina Reqayê, û got: “çi çareseriyeke din eger bi kotekî ferz bibe, wê bibe bombeyeke vedayî û destpêka cengeke navxweyî li Sûriyê.”
Sêf dibîne ko hêlana xelkên Reqayê ji bo birêvebirina bajarê xwe di bin çavdêriya desthilata demkî de, ew “çareseriya herî çak e”, û bal kêşand ser ku “divê ziyana ji encama spartina karê rizgarkirinê ji bo (PYD), û dûrkirina artêşa Sûrî ya azad ya ko karîbû wê rizgar bike eger piştgirî ji hevalên miletê Sûrî gihabayê çareser bibe.”
Serokê desthilata demkî jî Cewad Ebû Heteb destnîşan kir ko operasiyona birêvebirina bajarê Reqayê û vegerandina xizmetên bingehîn, dê sûdeyê bigehîne her alî, di rêya dûrkirina tundrewyê û tunekirina jêderên tiroristiyê û vegera aramiyê li herêmê, û vegera koçkiriyên ji malên xwe hatine derkirin.
Endamê Hevbendiya Niştimanî Mistefa Newaf Elelî got ku parêzgeha Reqa “gihaye qonaxeke giring piştî ko xelkên wê pir ziyan ji destê Daiş dîtin, bi sedema bi navkirina bajarê wan bi paytexta dewleta hovane Daiş ”
Û got ku têkbirina tiroristiyê divê ne tenê bi nav be, lê belê “bi nehêlana mercên çêbûna terorîstiyê be.”û got ku giring e xelkên herêmê birêvebirina herêmên xwe bikin, û pêkhateya civakî û dîmugrafî ya bingehîn biparêzin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî