Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê bombebarankirina sivîlên Dêrazorê û Reqê ji aliyê firokên Rûsiya û bi beşdariya milîsên “QSD“ şermezar kir.
Hevbendiya Niştimanî îro roja duşemê di daxuyaniyekê de dît ku tişta dibe xeleke dine li zincîra tawanên şer yên “li dijî sivîlên Sûriyê” dibin zêde dibe.
Ku li roja yekşemê bi dehan şehîd û birîndar li rojhilatê welat ketin, bi sedema êrîşên firokên Rûsiya li ser gundewarê Dêrazorê û armanckirina kirîdorên çemê ferat, ku ji aliyê sivîlan dihatin bikaranîn li dema dihatin bombebarankirin.
Û raportên tên ji gundewarê Elbokemal li rojhilatê welat, amaje bi wê yekê dikin ku nêzîkî 15 girtî di girtîgeheka rêxistina terorîst ya DAIŞê de bûn, bi êrîşên firokên Hevpeymaniya Navdewletî hatine kuştin.
Herwiha duhî 17 sivîl hatin kuştin li taxên Reqê yên bibûn asêgehên çekdarên rêxistina “DAIŞ” bi sedema êrîşên topxaneyên milîsên “QSD” û êrîşên esmanî yên Hevpeymaniya Navdewletî bi serkêşiya Amerîka.
Hevbendiya Niştimanî carek din êrîşên berdewam yên milîsênn”Sûriya Demokrat” li ser Reqê şermezar kirin, û hevdem daxwaz ji civaka navdewletî kir ku bi erkên xwe rabin li hember tawan û komkujiyên li dijî sivîlên dorpêçkirî li Reqê dibin, û berpirsyaretiya piştgirîkirina wan milîsan dixe stûyê Hevpeymaniya Navdewletî.
Hevbendiyê di daxuyaniyê de ketina qurbaniyên sivîl bi destê Hevpeymaniya Navdewletî şermezar kir, û daxwaza rawestandina êrîşên li ser sivîlan kir û daxwaza lêpirsînek zelal derbarê van êrîşan kir, bi awayekî ku tawanbar bigehin sizayên xwe, û vê yekê tenê bi lêkolînan û daxuyaniyên devikî ji bo derbaskirina demê bidawî nekin.
Hevbendiyê cext kir ku nabe dijberiya terora DAIŞê bi rêka kuştina sivîlan bibe, û herwiha nabe bi rêka piştgirîkirina bandên Bişar Esed û milîsên terorîst yên din be, û hîç xilasî ji teror û tundrewiyê nîne heger helwesta navdewletî ji çavkaniya terorê ya berpirsyara sereke di ber belavbûna terorê de li Sûriya û navçeyê yekalî nebe.
Hevbendiyê bal kişand ku helwesta wê ji dijberiya terorê û giringiya rizgarkirina Reqê û navçeyên din ji destê rêxistina DAIŞê û dagîrkaran û kirêgirtiyan zelal e, lê hevdem tekez dike ku divê ev yek bi rêka piştgiriya artêşa azad û pabendbûn bi bêalîkirin û parastina sivîlan û parastina giyanê wan bibe.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî