Ji aliyê hin dezgehên media navxweyî û navnetewî hin wêneyên tirsnak li devera “Baxoz” li gundewarê Dêrazorê hatin belavkirin, ku hêjî li wê deverê, şer di navbera çekdarên “PYD” û çeteyên rêxistina DAIŞê berdewam e, û Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê jî di daxuyaniyekê de dilgiraniya xwe li ser çarenivîsa sivîlên Baxoz anî ziman.
Di hin wêneyan de, termên komkirî li devera “Baxoz” hatin xuyakirin, û ajansa Anatoliyê, got ku ew termên çeteyên DAIŞê ne, tevlî hin kesên sivîl yên asê di kampa bajêr de, û ragihand ku dibe bombeyên fosfora spî ji aliyê hêzên navnetewî hatibin bikaranîn.
Hevbendiya Niştimanî, di daxuyaniya xwe de, bal kişandibû li ser metirsiyên li ser jiyana sivîlan ji ber lez û bezê heta ku digehêje sînorên arzankirina jiyana kesên bêguneh, û cext kiribû li ser pêwîstiya misogerkirina parastina sivîlan bi taybetî jin û zarokan û dabînkirina pêwîstî û kelûpelên xwarin û derman û pêwîstiyên wan yên saxlemiyê û şermezarkirina armanckirin û kuştina sivîlan.
û gelek caran tekez kiriye ku ti behane nînin eger Hevpeymaniya navnetewî bi erkên xwe li hember bûyerên kuştina sivîlan ranebe, yan jî xemsariyê di pirsa parastina wan de bike.
Li roja çarşemê, Tora Sûrî ya Mafên Mirovan di raportekê de ragihandibû, ku 3 hezar welatiyên sivîl di nav wan de bêhtir ji 900 zarokan ji aliyê Hevpeymaniya navnetewî hatine kuştin.
Daxuyaniyê armanckirin û kuştina sivîlan şermezar kir, û got ku reportên tên piştrast dikin ku jin û zarok di rîskek mezin de dijîn, ji ber şer û pevçûnên leşkerî yên berdewam ligel kêmbûna xizmetên saxlemiyê û nebûna kelûpelên xwarinê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê